MÊRSÎN – Cenazeyên sala par ji Goristana Xerzanê hatin derxistin hîn jî radestî malbatan nehatine kirin. Malbatên cenazeyên xwe yên li ATK'ya Stenbolê xweston gotin: "Tenê em hestiyên zarokên xwe dixwazin."
Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatin derxistin. Ji evan cenazeyan 265 jê li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ne. Piştî malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da, hat diyarkirin wê di demeke kurt de cenaze bên radestkirin lê belê salek derbas bûye hîn jî cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Her çend malbatan ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê daye ATK'ê, lê hîna jî tu tişt nehatiye kirin. Her wiha cenazeyên Mûstafa Çîftçî û Yûsûf Eteş ên YPG'î ku di 2015'an de li Kobaniyê di dema şerê li hemberî DAIŞ'ê de mirin jî li Goristana Xerzanê hatibûn veşartin. Lê belê cenazeyên Çîftçî û Eteş jî ji goristanê hatin derxistin û birin ATK'ya Stenbolê.
‘LEŞKERAN EZ ATSENGKIRIM'
Heme Eteş, dayika Yûsûf Eteş ê YPG'î, anî ziman ku piştî vê bûyerê sê caran hewl daye biçe goristanê lê tiştek bi dest nexistiye û her cara ku çûye leşkeran ew asteng kiriye. Eteş got: "Wexta ewil kurê min şehîd bû min du caran serdana gora wî kir, lê belê careke din êdî min nikaribû serdana wî bike. Piştî vê bûyerê sê caran min hewl da biçim goristanê lê leşkeran destûr enda. Herî dawî 3 mehan li gund mam, min tim hewl da biçim lê dewletê nehişt. Herî dawî wexta ez çûm birayê min ji min re got 'goristan dûz kirin.' Tiştê dizanim qedexe kirine."
‘JI ZILMÊ JÎ WÊDETIR E'
Eteş, anî ziman ku leşkeran dora gundê goristan lê ye dorpêç kirine û ketin û têketina gund girtine. Eteş got: "Leşker li wir sekinîne û destûrê nadin. Kurê min ji gorê derxistine û birine Stenbolê. Êdî em nizanin çi qewimiye. Belkî jî nebiribin, belkî li wir di bin axê de bêxwedî hiştibin. Niha nizanim çi bi kurê min hatiye. Tê gotin ji bo vê yekê 12 parêzer hatine peywirdarkirin. Lê tu geşedan rû nedane. Tiştên tên kirin ji zilmê wêdetir e. Heta ez kurê xwe wernegirim ez ê bitêkoşim."
‘EZ HESTIYÊN KURÊ XWE DIXWAZIM'
Mevlude Çîftçî, dayika Mûstafa Çîftçîyê YPG'î, diyar kir ku lingê wê diêşe loma pir nikare bigere û ji ber vê nikare biçe gund. Çîftçî got: "Bila hestiyên kurê min bidin. Lingên min diêşê, nikarim biçim goristanç. Bila kurê min bidin min qet nebe li vira veşêrim. Zehmet be jî ez ê karibim gora kurê xwe bibînim. Piştî kurê min şehîd bû, dewletê pir avêt ser mala me. Kurê min ji ber evan çewisandina çû çiyê û yê din jî xistin girtîgehê. Hîn jî carinan davêjin ser malê û pirsa kurê min dikin. Ji wan re dibêjim ez nizanim li kuderê ye lê ew li min dinerin û dikein. Tenê hestiyên kurê xwe dixwazim."
‘ZILM E'
Bav Selîm Çîftçî jî, anî ziman ku nexweşiya wî giran e û di nav ciya de ye, loma bi mehan e nikare biçe goristanê. Bav Çîftçî got: "Ya tê kirin bêedaletî ye. Heta em cenazeyê xwe wernegirin em ê bitêkoşin. Bi vî awayî dixwazin peyamê bidin gelê kurd. Çi zirara kesekî di bin axê de li wan heye. Miriye û çûye. Tu eleqeya evan bi misilmantiyê re tune ye. Ev faşîzm e. Ji Xwedê bitirsiyana wê dest nedana qebra mirovekî mirî. Şeytan jî xwe jê dûr dixe, lê ev cenazeyê di bin axê de derxidixin û dibin. Ev zilmeke mezin e. Bil demildest zarokên me bidin me."
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Serhat Çakmakçi diyar kir ku ji bo wergirtina cenazeyan hîn jî ew serî li dozgeriyê û ATK'ê didin. Çakçakçi, anî ziman ku cenaze li ATK'a Stenbolê tên sekinandin û ew ê di Kanûnê de biçin herêmê nimûneya xwînê ji malbatan bigirin. Çakmakçi got: "Em şopdarê vê bûyerê ne. Ji bo malbat cenazeyên xwe wergirin em ê tevî nimûneyên xwînê serlêdanê pêk bînin."
MA/ Ergin Çaglar