ŞIRNEX - Li Navçeya Basa ya Şirnexê 7 gund û gundikek av li ser gundiyan hatiye qutkirin. Piştî DEDAŞ'ê ceyran ji ser welatiyan qud kir, bi hezaran welatiyên herêmê 5 rojin bê av dijîn.
Li 7 gund û gundikekî yên girêdayî Navçeya Basa ya Şirnexê ji ber DEDAŞ'ê ceyran ji ser welatiyan qut kiriye ava welatiyan jî qut bûye û welatî 5 rojin bê av dijîn. Piştî av ji ser navçeya Sîlopiya hat qutkirin, niha jî av ji ser gundiyên Basa hat qutkirin. Ji ber Şîrketa Lêkolîna Belavkirinê ya Ceyranê ya Dicle (DEDAŞ) ceyran ji ser herêmê qut kir av jî qut bû. Li gundên Hêtma, Cêlega, Dilopkê, Kaniya Hêjîran, Şikefta Spî, Tahrûnî, Şehrika û gundikê (mezra) Şevê 5 rojin av ji ser welatiyan hatiye qutkirin. Welatiyan diyar kirin ku bi hezaran welatî ji ber ceyran ji ser wan hatiye qutkirin ava wan jî qut bûye û tevî hemû hewldanên wan tu encam nehatiye guhertin.