NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Sine jina Kurd Şerare Elyasî bi îdiaya ku kesek kuştiye bi darve kir.
Rejîma Îranê li Girtîgeha Navendî ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, saet di 04.30’ê sibehê de jina Kurd Şerare Elyasî bi darve kir. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, jina kurd Şerare Elyasî ji beriya 5 salan ji aliyê Dadgeha Îranê ve bi hînceta kuştina Kawa Xulamî Weysî biryara cezayê darvekirinê lê birîbûn. Tevî hewldana malbat û rêxistinên mafên mirovan jî hate darvekirin. Dewleta Îranê salane gelek kesan bi hîncetên cuda bi dar ve dike.