ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bi armanca Wezîre Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Gulum diyar kir ku girtî li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ewil rastî lêdanê hatine û piştre destê wan hatiye kelepçekirin. Gulum ji wezîr pirsî ku agahiya wî heye ya na û têkildarî vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na?
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, bi armanca Wezîre Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Gulum diyar kir ku girtî li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê ewil rastî lêdanê hatine û piştre destê wan hatiye kelepçekirin. Gulum, anî ziman ku li girtîgehê zext zêde bûne û li gorî heyeta parêzeran ku di 01'ê Cotmeha 2018'an de li girtîgehê lêkolîn kiriye, girtî rastî lêdan û îşkenceyê tên. Gulum wiha got: "Li gorî agahiya parêzeran da girtî rastî lêdana hişk hatine. Destê wan li pişt wan kelepçe kirine. Ew li odeya bi sînger derb kirine û rastî îşkenceyên cuda hatine. Li Girtîgehê di 25'ê Îlonê de piştî hêjmartinê bi fermana midûr girtî ewil rastî lêdanê hatine û piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirine. Piştre 5 saetan li odeya bi sînger hatine girtin."
Gulum ji bo Wezîr Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:
* Agahiya we ji îhlalên mafên mirovan a Girtîgeha Tîpa Duzce heye ya na? Ger ku agahiya we hebe we tu lêpirsîn daye destpêkirin?
* Der barê midûrê girtîgehê yê li dijî girtiyan tundî pêş xistiye tu lêpirsîn hatiye kirin ya na Ger ku lêpirsîn hebe encama wê çiye?
* Girtiyên rastî tundiya fîzîkî hatin di kontrola tenduristiyê re hatine derbas kirin? Raporên wan çine?
* Ji bo parastina tenduristiya girtiyan hewldana wezaretê çiye?
* Li dijî îhlalên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzce hewldan û xebatên wezareta we çine dê çibin?