COLEMÊRG - Rêxistina HDP’ê ya Geverê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva bîrçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyanî da û xwest daxwazên Guven dimildest bên bi cih anîn.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçeya Gevera Colemêrgê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven daxuyanî da çepemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeyê, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyanî bûn.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Oznur Evîn di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de gelê me Leyla Guven kir parlamenter. Ligel vê yekê jî Guven hîna girtiye. Bi zanebûn Guven rehîne digirin. Bi girtin a Guven gelê me ceza dikin.”
Evîn, diyar kir ku divê dimildest Guven bê berdan û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin Guven bi awayekê azad me di Meclîsê de temsîl bike. Em piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya parlamentera me di şert û mercên girtîgehê de dayî destpêkirin. Divê dimildest hemû daxwazên wê bên qebûlkirin.”
Piştî axaftina Evîn, daxuyanî bi dawî bû.