WAN - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, têkildarî xaniyê malbata Polat ê di nava 3 salan de 2 caran ji aliye polîsan ve hat şewitandin, xwest Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê bi lez kom bibe.
Li gundê Hespêkenek a Navçeya Erdîşa Wanê polîsan di nava 3 salan de 2 caran bi ser malbata Polat de girtibûn. Polîsan ewil lêgerîn kiribûn û şewitandibûn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayip Temel, têkildarî mijarê xwest Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê bi lez kom bibe û dest bi lêkolînê bike. Temel, anî ziman ku ew dixwazin bi lez Komisyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê bi lez kom bibe û piştî komîsyon kom bû bi lez biçin li gund li cihê bûyerê lêkolîn bikin.