ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di koma partiya xwe de geşedanên dawî nirxand û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan ketiye grevê. Buldan, anî ziman ku çalakiya Leyla Guven ji bo wan rexneyek bi wate ye û çalakiya Guven silav kir. Buldan xwest her kes li çalakiya Guven xwedî derkevin. Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Beriya pêvajoyê xera bikin û Birêz Ocalan tecrîd bikin xwîn nedirijiya. Cenaze nediçûn malbatan. Lê piştî tercîdê xwîr rijiya û cenaze diçin malbatan. Divê bi lez dawî li vê tecrîdê bînin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de geşedanên dawî nirxandin. Buldan, zextên li ser HDP'ê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tundiya li ser karkeran û polîtîkaya hikûmetê ya desteserkirina şaredariyan rexne kir. Buldan, destnîşan kir ku her dem têkoşîna wan a li dijî zilm, tundî, şer û faşîzmê berdewam kiriye û dê ji niha û şûnde jî li dijî zilm, faşîzm, dizî, talankirin û wêrankirinê heviyên xwe biparêzin û bi biryar û wêrekî têkoşina xwe berdewam bikin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ewil sersaxî ji dayika pêşengê PKK'ê Mazlum Dogan, Kebîre Dogan re xwest. Buldan, bal kişand ser darvekirina Seyit Riza û wiha got: "Temenê Seyit Riza biçûk kirin û temenê kurê wî jî mezin kirin. Ewil kurê wî li ber çavê wî darve kirin. Êşa kurê wî bi wî dan jiyandin. Seyit Riza got 'Ez bi hîleyê we re derneketim serî, ev ji bo min bû derd. Ez jî li hemberî we serî natewînim, bila ev ji were bibe derd.' Ez di şexsê Seyit Riza de hemû berxwedêrên kurd ên hatin kuştin bibîr tînim."
'TÊKOŞÎNA PARTIYA ME BI BIRYARÎ Û WÊREKÎ BERDEWAM DIKIN'
Buldan, bal kişand ser kongreyên HDP'ê û wiha got: "Tevî hemû zext û tundiya li ser partiya me, xebatên partiya me bi tempoyek mezin berdewam dike. Tevî hemû zextan bi tempoyek mezin têkoşîna me berdewam dike. Biryar û wêrekiyek mezin heye. Tu hêz nikare vê wêrekî û biryara me bişkîne."
Buldan, cezayê Parlanenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul jî şermezar kir û xwest ev biryara ceza bi lez bê rakirin û wiha got: "Hûn bi girtinan û van cezayan nikarin HDP'ê têk bibin. Li vê salona meclîsê binerin hûn dê bibînin ku em têk naçin û gavan paşve navêjin. Di pêvajoyek di bin zextan de em amadekariya hilbijartinê dikin."
'DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DI TORA HERÊMÎ DE BIBIN YEK'
Buldan, dirêjî da axaftina xwe û wiha berdewam kir: "Me bi sedan rêxistinên civakî, saziyên demokratîk komele û rêveberiyên herêmî re hevdîtin kir û nerînên wan stend. Me li sedan navçeyan û bi dehan bajaran civîn pêk anîn û xebatên hilbijratinê meşand. Hevdîtinên me yên ji bo zelalkirina namzetan didome. Serlêdana bernamzetan dê di 20'ê Mijdarê de dest pê bike. Em bang li elewî, sunî, ereb, kurd, turkmen, çerkez, laz û hemû beşên civakê dikin ku ji bo namzetiyê serî li bernamzetiyê bidin. Em dê bi gavên biryar û bawerî pêşve biçin. Ev hilbijartin ji bo pêşerojê xwedî girîngiyek sitratejîk e. Ev hilbijartin berdewama hilbijartina 7'ê Hezîranê, 16'ê nîsanê û 24'ê Hezîranê ye. Em şaredariyên xwe qet û qet teslîmî hişmendiya faşîzmê nakin. Bila her kes vê yekê wisa zanibe. 31'ê Adarê ji bo gel ji vê hişmendiya faşîzmê rizgar bibe rojek dîrokî û firsendek dîrokî ye. Ji ber vê yekê divê hemû gel bibin yek û îtîfaqa herêmî xurt bikin. Divê hemû bawerî, beşên civakê, çînên civakê li dijî faşîzmê hemû beşên civakê bikin yek û tora demokrasiyê bihûnin. Ev hewldana me ya gelan, baweriyan, kedê, jinan, ciwanan dê di hilbijartinên pêşerojê de jî berdewam bike. Îtîfaqa me, îtîfaqa gel e. Feraseta me ewe ku gel raste rast bibe xwedî biryar. Ji bo vê îtifaqê deriyê me ji hemû hêzên muxalif û demokrasiyê dixwazin re vekiriye. Berî her tiştî hedefa me ewe ku em qeyûma xespkar bê tesîr bikin. Li gorî raporên Dîwana Muhasebatê nelirêtiya qeyuman derdikeve holê."
'31'Ê ADARÊ DÊ BIBE BAHARA GELAN PAYIZA Û QEYÛMAN'
Buldan, bal kişand ser nelirêtiya qeyûman û wiha lê zêde kir: "Nelirêtiya herî mezin Qeyûma Wanê kiriye. Qeyûma wanê lêçûna 300 hezar tl wekî 3.5 milyon tl razandiye nîşan daye. Nelirêtî, dizî û binpêkirina qeyûman bi gotinê bi dawî nabe. Em soz didin gelê xwe yên ku qeyûm şaredarî destteser kirine. Di 31'ê Adarê de bi şertê ku li Enqereyê bên darizandin em dê wan bişinin Enqereyê. Dê li şûna wan hevşaredar rûnên. Em dê hesabê pereyên dizîne bipirsin. Em dê hemû diziya kirine hesabê hemû qurişî ji wan bipirsin û dîsa têxin xizmeta gel. 31'ê Adarê dê bibe bahara gelan û bibe payiza qeyûman. Dê wekî darên payizî pelê wan diweşin yek bi qek biweşin. Dê bibe rengê gelan. Em ne muzakereyan, têkoşînê bi AKP'ê re dikin. Em têkoşîna jêrzemînên li Cizîrê, zarokên li Roboskê perçe bûn û cenazeyên li ser pişta hespan bar kirin, karkerên li Soma hatin kuştin û karkerên Balafirgeha 3'emîn tidemîşin.
EM FERASETA XWÎNRIJ RE HEVDÎTIN NAKIN'
Buldan, destnişan kir ku ew bi hişmendiya xwînrij re hevdîtin nake û wiha got: "Feraseta ku Hevserokên HDP'ê Sehelattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, wekîl Îdrîs Baluken, Gulser Yildirim, Abdullah Zeytan, Hevserokên DBP'ê Sebahat Tuncel, Mehmet Arslan, Hevşaredar Gultan Kişanak û bi sedan siyasetmedar di zîndanan de dîl girtine tu carî em bi wan re hevdîtin nakin. Kesên ku darbeyê dike firsend û li dijî karker, kedkar, karmend, bijîşk, mamosteyan bikar tîne û bi sed hezaran îxrac dike qebûl nakin. Kesên ku di şibakeyên stûr û li pişt diwarên sitûr de li gel binerin nikarin rastiya gel bibînin. Nikarin krîza aborî bibînin. Tenê armanca wan îktîdara xwe û hevkarên xwe li ser piyan bihêlin. Em bi feraseta ku xwîna gelan dide rijandin re tu carî hevditin nakin.
EM LI CEM KARKERAN IN
Bila her kes baş zanibe bi vê îktîdara yek zilamî dê her kes bêtir xizan bibe û birçî bimîne. Her roj karker tên kuştin, karker ji kar tên avêtin. Lê ew vê yekê nabînin. Karkerên balafirgeha 3'emîn ên mafên xwe parastin ji kar hatin avêtin û hatin girtin. Bi sedan karker ji bo mafê xwe di grevê dene. Em hemû karkerên li mafê xwe digerin silav dikin û em li cem wan in. Divê gelê me, karker, çotkar û her kes bibîne ku îktîdar bêtir xwe zengîn dike û gel xizan dike. divê her kes li gel HDP'ê bi komî têbikoşe û di sindoqan de dersa pêwist bide wan.
PIŞTÎ AKP'Ê PÊVAJO XERA KIR Û BRÊZ OCALAN TECRÎD KIR ŞER DEST PÊ KIR
Dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin dihat kirin xwîn nedirjiya. Cenaze nediçû tu malan. Lê bi taybetî piştî AKP'ê pêvajo xera kir dîsa şer dest pê kir. Dîsa cenaze çûn malan. Piştî AKP'ê pêvajo xera kir tecrîdê dest pê kir. Bê hiqûqî berdewam kir. Şerê li dervê sînor hat destpêkirin. Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî hiqûqê hat girtin. Birêz Leyla diyar kir ku tecrîd li dijî hiqûqê ye. Li dijî gel e. Got 'Ez vê tecrîdê qebûl nakim' û wê jî dest bi grevê kir. Ez carek din wê silav dikim. Em piştgiryê didin. Em çalakiya Leyla wekî rexneyek bi wate dibînin. Pir bi nirxe. Çalakiya Leyla ne ji bo daxwazên wê yên şexsî ne. Li dijî tecrîdkirina Ocalan û gelan e. Çalakiya wê bêtir berpirsiyarê dide ser me. Rexneyek pir bi wate ye. Em bang li her kesî dikin ku bêtir bi Birêz Leyla re di nava piştevaniyê de bin. Rakirina tecrîdê ne tenê ji bo gelê Tirkiye, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bi xêr e. Komploya ku 20 sal berê li dijî Birêz Ocalan pêk anîn, niha bi xelatên pereyan dixwazin berdewam bikin. Li tu aliyên cîhanê bi vê hişmendiyê pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêk a nasname, rûmet û hebûna gelan e. Bi dîlgirtinê, bi xelata pereyan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Wekî Birêz Ocalan jî gotiye 'Tenê bi hevqebûlkirina gelan. hurmetnîşandana gelan û naskirina vîna gelan ev pirsgirêk çareser bibe."
'ERDOGAN EL NUSRA Û OSO WEKÎ KESÊN AZADPARÊZ DIDE NÎŞANDAN'
Buldan, herî dawî helwesta Erdogan ji rexne kir û bi wiha bi dawî kir: "Serokomar Erdogan di civînên li Ewropa de diyar dike ku ew rêveberiya demokratîk û azadîparêz qebûl dikin. Lê bi vê gotinê balê dikişîne ser El Nusra û Çeteyên OSO. Erdogan El Nusra û Çeteyên Oso wekî hêzên demokratîk û azadîparêz nîşan dide. Lê di rastiyê de welatên Ewropayê her kesî baş nas dikin. Li Efrînê çeteyan zevî û baxçeyên zeştûnan talan kirin. Tirkiye jî deriyê Tirkiye li çeteyên Efrînê vala kirin. Niha OSO zeytûnên Efrînê talan dike û pêşkêşî hevkarên xwe dike. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî ye. Lê zû dereng teqez dê hesab bê pirsîn û edalet cihê xwe bibîne. Ev yek ji wan re nabîne. Îro doza Cizîrê li DMME'ê dê dîtin. Wekîlên me li Ewropa vê dozê dişopînin. Em bawer dikin ku zû dereng dê hesabê vê yekê jî bê pirsîn. Têkoşîna me her dem berdewam dike. Em dê her dem heviya xwe biparêzin û bi wêrekî, û biryar gavên xurttir bavêjin. Teqez em dê van rojên tarî derbas bikin û bigêjin rojên ronî. Bila bi tu awayî fikara kesî tune be. Em dê teqez bi ser bikevin û rojên ronî li pêş me ne."