DÎLOK - Zilamê ji ber diziyê berî 5 mehan hatibû girtin û di 8’ê Mijdarê de hat berdan, hevjîna xwe ya dayika 2 zarokan Sabiha S. a 20 salî bi çiftê kuşt.
Zilamê bi navê S.S. ê ji ber diziyê hatibû girtin û berî 5 rojan ji girtîgehê derket, hevjîna xwe ya dayika 2 zarokan Sabîha S. (20) a li Taxa Yenî ya navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê dijî duh bi şev bi çiftê kuşt. Li ser agahî dayîna cîrananan ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê mûdaxileyî jina ku ji zikê xwe bigiranî birîndar bibû kirin, lê ligel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jina ciwan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê. Piştî otopsiyê dê cenazeyê Sabîha S. a 20 salî telîmî malbata wê ya li Riha dijî bê kirin.
S.S. ê hevjîna xwe kuşt jî serwinda bû. Hat diyar kirin ku S.S. ji ber sabiqeya diziyê du caran hatiye girtin û bi giştî 13 mehan di girtîgehê de ma ye. Hat hînbûn ku S.S. berî 5 rojan ketibû girtîgehê û di 8’ê Mijdarê de ji girtîgehê derketibû.