AMED - Şaxa Komeleya ÎHD’a Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Lelya Guven de daxuyanî da û got: "Ji bo ku Guven dawî li çalakiya xwe bîne divê daxwazên wê bên qebûl kirin.”
Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, derbarê çalakiya greva birçîbûna bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD û parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven de daxuyaniyek nivîskî weşand.
'TECRÎD Û ÎZOLASYON LI DIJÎ HEMÛ PEYMANAN E'
Serokê şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Abdullah Zeytûn di 10’ê Mijdarê de çû hevdîtina Leyla Guven a ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin. Zeytûn, bal kişand ser rewşa Guvenê û wiha got: "Rewşa tendirûstî û moralê birêz Guven baş bû. Guvenê egera xwe ya ketina grevê wiha vegot, 'Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê, dewamkirina mirin û pevçûnan ”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tecrîd û îzolasyon li dijî peymanên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê ye û ev pêkanîn li dijî hiqûqê ye.
'DIVÊ GUVEN BÊ BERDAN'
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven dayî destpêkirin, mafekî bingehîn e û divê pê re bi riyên siyasî û burokratîk hevdîtin bên kirin. Divê daxwazên wê bên qebûlkirin û ji bo dawî anîna çalakiyê pê re lihevkirin bê kirin.Ji bo ku endama Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) ye divê serokê meclîsê di asta Wezareta Edaletê de serî lê bide da ku Leyla Guven bê berdan. Dîsa divê ji ber vê pêkanîna neheq û newekhev demildest rewşa dîlgirtîbûnê ya Guven bê dawîkirin û berdan.”