AGIRÎ - 3 girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Panosê dema ji nexweşxaneyê vedigeriyan rastî lêdana eskeran hatin.
3 girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Panosê dema ji bo dermankirinê ji nexweşxaneyê vedigeriyan rastî lêdan û derbkirina eskeran hatin. Girtiyê nexweşê apnesî ya xewê Ufuk Demir, bi telefonê agahî da hevjîna xwe Berna Demir û diyar kir ku rastî lêdana eskeran hatiye. Demîr, anî ziman ku di 7'ê mijdarê de ji bo muayineyê çûn nexweşxaneyê û dema ji nexweşxaneyê vedigeriyan rastî lêdana eskeran hatin. Demir, serpêhatiya xwe bi hevjîna xwe re parve kir û wiha got: "Ez û 2 hevalên xwe çûbûn nexweşxaneyê. Dema em vegeriyan di ketina girtîgehê de 14 eskeran rêya me girt û êrîşî me kirin. Ez û 2 hevalên xwe ketin xwar. Li erdê bi pêhnan li me xistin. Çavê min, ruyê min û guhê min tev werimîn û sor bûn. Dema eskeran li me xist, fermandar jî li wir bû. Li ber çavê tevan êrîşî me kirin."
Demîr anî ziman ku bi mehan e ava laximê dide wan û xwarina wan nayê xwarin û wiha bi dawî kir: "Ji bo şertên me baş bibin em di çalakiyê de ne.
Girtiyên Tîpa L a Panosê hefteya borî ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkan û mafên xwe bixwazin derneketibûn hevdîtina vekirî.