AMED - Di raporên Dîwana Muahsebatê de, nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Amedê kirine hatin tespîtkirin. Şaredariyê bi BEM-BÎR-SEN û Sosyal Denge yên girêdayî Memûr-Senê ne û erka wan peymana giştî tune ye, peyman îmze kir.
Dîwana Muhasebatê (Sayiştay), gelek nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Amedê tespîtkirin. Li gorî raporên Dîwana Muhasebatê, derket holê ku tevî gelek nelirêtiyan, qeyûm bi BEM-BÎR-SEN û Sosyal Denge yên girêdayî Memûr-Senê ne û erka wan peymana giştî tune ye, peyman îmze kiriye.
141 ENDAMÊN BEM-BÎR-SEN HENE
Li gorî benda B'yê ya Qanûna Jimare 4688'an a Peymana Giştî û Sendîkayên Peywirdarên Cemaweriyê, sendîkayên ku dê karibin peymana kar a giştî bikin hatine diyarkirin. Ji dêvla peymana giştî ya kar bi Sendîkaya Tumbel a girêdayî KESK'ê ya 378 endamên wê li şaredariya mezin hene bê kirin, peyman BEM-BÎR-SEN'ê re ku 141 endamên wê hene hatiye îmzekirin.
Peyman di navbera Alîgirên Serokê Giştî yê BEM-BÎR-SEN'ê Levent Ûslû, Medenî Sevînç û Serokê Şaxa Sendîkayê yê Amedê Mehmet Zekî Yagmûr û qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla de hat îmzekirin. Endamên BEM-BÎR-SEN'ê yê li DÎSKÎ'yê 119 heb in.
Hat îdiakirin ku ji bo peymana hatiye îmzekirin derbasdar be, ji xebatkarên Şaredariya Mezin a Amedê û karmendên ednamê TUM BEL-SEN'ê re hatiye gotin divê ji sendîkayên xwe îstifa bikin û bibin endamên BEM-BÎR-SEN'ê.
TUM-BEL-SEN'ê têkildarî vê yekê li Navenda Giştî civînek çêkir û wê di vê der baarê de nexşerêyekê diyar bike.