STENBOL – Sîbel Yildirim a ji Dersimê, ji bo bibe mamoste ket ezmûna KPSS û ezmûna mamostetiyê. Yildirim di nav 20 hezar kesî de bû 56'emîn. Lê di mulakata bi devkî de ji ber "pirsa Erdogan" puanê wê hat kêmkirin. Yildirimê doz vekir û dadgehê tişta hatiye kirin wekî "bêhiqûqîtiyê" şîrove kir.
Sîbel Yildirim a ji Dersimê di ezmûna KPSS'ê ya 2016'an de 87,18926 puan wergirtin û ji bo bibe mamoste ket ezmûna beşa jê mezûn bûye û ji vê ezmûnê jî 84,22400 puan wergirt. Yildirim bi vî puanî li Tirkiyeyê di nav 20 hezar kesî de bû 56'emîn û ket mulaqta devkî. Yildirim di 23'yê Îlona 2016'an de li Mêrdînê li Komîsyona Ezmûna Devkî ya 10'emîn ket mulakatê. Komîsyonê di nav zerfeke girtî de du pirs berpêşî Yildirimê kirin û Yildirimê bersiva herdu pirsan dan. Lê belê vê carê jî serokê komîsyonê pirsa "Tu ji gotina serokomarê me ya 'cîhan ji 5'an mezintir e çi fêm dikî?'" jiYldirimê kir. Yildirim li gorî prosedurê mafê xwe yê nebikaranîna bersivandina vê pirsê bi kar anî. Lê belê, wexta ezmûna hat diyarkirin puanê Yildirimê ji 84,224'an daxistin 55 puanan û Yildirim bi vî puanî nikaribû bibe mamoste.
Paşê Yildirimê li Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Mêrdînê îtirazî biryara komîsyonê kir. Lê ji ber ezmûn ji Aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî hatiye çêkirin, doz ji Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê re şand. Dadgeha Îdareyê ya 6'an a Enqereyê di 17'ê Cotmeha 2018'an de biryar da û tişta li Yildirimê hatiye kirin wekî "bêhiqûqîtiyê" şîrove kir.
MA / Yasin Kobulan