MUGLA – Danişîna sêyemîn a 11 jê girtî 15 kesên li Muglayê îşkence li wan hat kirin û wêneyên wan tazî di medya civakî de parve kirin hat dîtin. Dadgehê dewam girtina girtiya da.
Di 4-5-6’ê cotmeha 2017’an de li çoltera navçeyên Koycegiz û Seydîkemer ên Muglayê 11 jê girtî 15 kesên ku îşkence li wan hatibû kirin û wêneyên wan li ser medya civakî hatibûn parvekirin darizandina wan diome. Danişîna sêyemîn a dozê kesên bi îdiaya “amadekariya çalakiyê dikin” hatin girtin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Ji girtiyan Velat Aşan, Veysî Şengîl, Mehmet Can Yîgîner, Ekrem Altay, Muhammed Reşşo, Ahmad Abdu Dast, Monir Dib, Ossamma Jounî û Serbest Şenlîk beşdarî danişînê kirin. Şener Şenlîk jî bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa M ya Wanê beşdarî danişînê bû. Parêzer û wergêr di di danişînê de amade bûn û danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir.
Ji girtiyan Ekrem Altay mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî û got tu daxwaza wî ji dadgehê nîne. Serbest Şenlîk, Veysî Şenlîk û Velat Aşan jî diyar kirin ji salekê bêtir e di hepsê de den û xwestin bên berdan. Dozgerê dozê jî xwest girtin dewam bike.
DÊ “ŞAHIDÊN” NEPEN BÊN GUHDARKIRIN
Heyeta dadgehê piştî navberek kurt xwest di danişînêk din de şahidên nepen ên li Wan û Xarpêtê û şahidê nepen “Şelale” bên guhdarkirin û ji bo kêmasiyên dozê temam bibin û pasaport bên lêkolînkirin û bi vê hêcetê biryara dewama girtina girtiyan da. Danişînek din taloqî 28’ê Çileya 2019’an hat kirin.