ENQERE - Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) Deniz Nazlim ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya operasyona li Enqereyê de der barê wî de biryara binçavkirinê dabû, li dozgeriyê piştî îfade da serbest hat berdan.
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê di çarçoveya operasyona siyasî de kapsamında der barê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Deniz Nazlim de biryara binçavkirinê dabû. Nazlim, li ser vê yekê çû Edliyeya Enqereyê îfade da. Nazlim ku tevî parêzer çû Dozgeriya Komarê ya Enqereyê êfade da, piştî îfadeyê serbest hat berdan. Dozger bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" der barê wî de biryara binçavkirinê dabû. Dozger ji Nazlim çavkaniyên nûçeyan û axaftinên telefonan ên li ser nûçeyan ji wî pirsîn. Dîsa parvekirinên medya civakî ji wî pirsîn. Polîs 4 roj berê çûbûn malbata Nazlim û gefa "Ji niha û şûnde em li ser serê we ne" xwaribûn.