COLEMÊRG – Hilbijêrên Colemêrgê piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Hilbijêran got daxwaza Guven daxwaza wan e û bi boneya piştevaniyê dê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a girtî bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Çalakiya Guven di roja 6’emîn de didome. Hilbijêrên Colemêrgê diyar kirin ku daxwazên Guven daxwazên wan in û bi boneya piştevaniya çalakiya grevê dê rojên pêş me dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan bikin.
‘DAXWAZA GUVEN DAXWAZA ME YE’
Pinar Yilmaz anî ziman ku li gel Guven bû parlamenter jî hêj girtî ye û wiha got: “Ev yek jî şerma Meclîsê ye. Me Guven hilbijart ne ji bo girtîgehê ji bo di nav gel de be. Domandina girtina wê li dijî vîna jinên Colemêrgê ye. Bila demildest berdin. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Em heta dawiyê piştevanê çalakiya wê ne. Li dijî tecrîdê seknek xûrt nîşan dide. Divê hemû jin xwedî li vê seknê derkeve.”
‘EM Ê PIŞTEVANIYÊ BIDIN ÇALAKIYÊ’
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Şemzînanê Felem Aker jî bi bîr xist ku Leyla Guven di serî de bi vîna gelê Şemzînanê û tevahî Colemêrgê hat bijartin û wiha got: “Divê ew li derve li gel miletê xwe têbikoşe. Pêdiviya wê bi moral gel heye. Divê demildest dawî li polîtîkaya înkarê bê û Leyla Guven jî demil dest bê berdan.”
Aker got ew li cem çalakiya Guven cih digirin û ew ê jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.
'BILA NORMÊN HIQÛQ BIKEVIN DEWRÊ’
Îbrahîm Opengîn ê ji navçeya Şemzînanê jî got: “Makeqanûn peywîra xwe bi cih nayne. Girtina wekîlekê li dijî hiqûqê ye. Beriya niha gelek parlamenter hatin berdan. Ez naxwazim wekîlek min dengê xwe daye girtî be. Bila normên hiqûqê bikevin dewrê û Guven berde ku bê herêma xwe ya hilbijartinê. Sekna Guven seknek birûmet û watedar e. Em ê jî xwedî li vê seknê derkevin.”
'GUVEN DÎLGIRTIYEK SIYASÎ YE’
Reşît Günenç ê ji Geverê jî got: “Her t im vîna gelê Colemêrgê dîl tê girtin. Ragirtina Guven a di hepsê de şerma Meclîsê ye. Guven wek dîlgirtiyek siyasî di hepsê de tê ragirtin.”
'VÎNA JINAN NIKARIN HESP BIKIN’
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Geverê jî destnîşan kir ku Leyla Guven bi vîna jinan hat bijartin û wiha got: “Leyla Guven jî mîna Selma Irmak di hepsê de ye. Ev rastiyek e heke jinek guherî be civak jî dê bê guhertin. Bi hêza jinan dê civak were guhertin. Tu kes nikare vîna jinan bişkêne. Rewşa Guven û Irmak wek hev e. Biryara der barê her duyan de jî nahêle ku vîna jinan civakê biguherîne. Girtina her duyan jî ji ber vê yekê ye. Çalakiya Guven dide nîşandan ku çiqas xûrt e û nayê hepskirin. Ev nîşaneya viyaye. Em bang li her kesî dikin ku destekê bidin çalakiya Guven.”