ÎZMÎR - Li navçeya Dîkîli ya Îzmirê keştiya penaberan noqî avê bû. Di bûyerê de 10 kes winda bûn û 2 kes jî bi avjeniyê gihiştin peravê deryayê.
Keştiya penaberan a ji navçeya Dîkîlî ya Îzmirê diçû Yunanistanê noqî avê bû. Di bûyerê de 2 kesan bi avjeniyê xwe gihandin peravê û xelas bûn. 10 kes jî winda ne. Bûyer li herêma Denîzkoyê ya nêzî çiftlika masiqan pêk hat. Piştî 2 kesên bi avjeniyê xwe gihandin peravê û agahî dan rayedaran, rayedaran dest bi lêgerîna rizgarkirinê kirin. 2 kesên rizgar bûn diyar kirin ku saet li dora 06.30'an keştî noqî avê bûye û 10 penaber winda bûne. Yekîneyên peravê dest bi lêgerînê kirin û lêgerîna wan berdewam dike.