WAN - Dîwana Muhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Wanê derxistin holê. Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand ser nelirêtiyan û got: "Wê ev rapor berpêşî darazê bên kirin? Wê kesên ev nelirêtî kirine bên darizandin?"
Dîwana Muhasebatê (Sayiştay) li Şaredariya Mezin a Wanê ya qeyûm tayînî wê hat kirin lêkolîn kirin û der barê evan lêkolînan de rapore amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku çavkaniyên şaredariyê yên diviya ji bo gel bên xerckirin berpêşî alîgiran hatine kirin û belaheq hatine xerckirin. Di raporê de hat diyarkirin ku lêçûna şaredariyê ya sala 2017'an nêzî 95 milyon û 372 hezar lîre ji lêçûna budçeyê zêde hatiye kirin û piraniya kêmasiya budçeyê bi deynan hatiye fînansekirin. Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê. -
'GELEK TIŞT DERÎ MEWZÛATÊ HATIN KIRIN'
Çetîn, bi bîr xist ji sala 2016'an ve qeyûm tayînî 96 şaredariyên DBP'î hatine kirin û bi destê qeyûman şaredarî hatine xepkirin. Çetîn, anî ziman ji bo vê yekê jî wekî hincet dozên siyasî yên der barê hevşaredaran de hatin nîşandan. Çetîn, destnîşan kir ku dozên der barê wan de hatine krîmînalîzekirin û her wiha xizmetên ji bo gel hatine kirin jî hatine krîmînalîzekirin û bûne sedema cezakirin. Çetîn bilêv kir ku bi evan hincetan vîna gel hatiye xespkirin û got: "Qeyûm encama feraseteke ku gel ji şaredariyan dûr dixin û wan dagir dikin. Bi raporên Dîwana Muhasebatê derket holê ku bê şaredarî xistine çi halî. Ew rewşa gelek caran me dianî ziman û teşhîr dikir, ji hlêa Dîwana Muhasebetê ve hat peyîtandin. Li şaredariyên me bêrêtî tên kirin, nelirêtî pêk tên. Derî mewzûatê gelek tişt tên kirin. Ji îdareyên avê bigirin heta xizmetên malî û karên îmarê gelek nelirêtî hene."
'KESÊN NELIRÊTÎ KIRINE WÊ BÊN DARIZANDIN?'
Çetîn, anî ziman ku li gorî raporên Dîwana Muhasebatê kesên nelirêtî kirine wê bên darizandin an na, ew nizanin. Çetîn, destnîşan kir ku şaredarî ên gel in û budçeyên diviya jibo xizmetên gel bihatana berpêşkirin xistine bêrîkên hin kesên din. Çetîn anî ziman ku wê gel di hilbijartina herêmî de hesabê vê yekê ji qeyûman bipirse.
Çetîn got: "Der barê me de îdiayên xiyalî yên wekî me rêxistin fînanse kiriye avêtin holê. Ev îdia ne berbiçav in û ji bo vê pêvajoyên darizandinê jî pêş nektin. Çimkî tiştekî wisa tune bû, lê ev yek kirin behane û qeyûm tayîn kirin. Lê dîtin qeyûmên tayînkirine nelirêtiyan dikin. Em niha dibînin qeyûm bi xwe nelirêtiyan û karên derî mewzûatê dikin. Çavkaniyên aîdî gel ji bo gel nehatine bikaranîn, ji bo alîgiran hatine biakranîn."