* Parêzeran îtîrazî biryara “neşopandina” ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a di serdema qedexeyê de li jêrzemînek Cizîrê jiyana xwe ji dest da kir. Di serlêdanê de bal kişandin ser lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin.
* Esnafên li Bazara Kayê ya Îdirê, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî rewşa karê wan nebaş e. Esnafan, anî ziman ku êdî bi xweşikî kes nayê bazarê.
* Dîwana Muhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Mezin a Wanê derxistin holê. Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand ser nelirêtiyan û got: "Wê ev rapor berpêşî darazê bên kirin? Wê kesên ev nelirêtî kirine bên darizandin?"
* Berdevka SKM'ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî diyar kir ku ew ê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi mottoya "25Mijdar25Jin" li cihên ku jin lê hatine kuştin jinan bi bîr bînin.
* Li ATK'a Edeneyê, cenazeyên HPG'iyên di pevçûnan de mirine û hatine perçekirin dixin kîsikan û didin malbata. Nûnera ÎHD'ê ya Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora Şeker got: "Wesfa cenaze çi dibe bila bibe, divê malbat bi vî awayî neyên êşandin. Wekî zebze be dixin kîsikekî didin malbatan. Ev yek nayê qebûlkirin."
* Gelek girtî ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sewqî Kampusa Girtîgeha Bunyanê hatin kirin. Malbatên girtiyan, anî ziman ku bêyî tiştek bê gotin zarokên wan birina bajarên gelekî dûr û bi vê yekê tehde li wan û zarokên wan tev de kiriye.
* Siyasetmedar, parêzer û nivîskarên di Platforma Zimanê Kurdî de cih girtin, destnîşan kirin ku ji bo axaftin, nivîsandin û xwendina bi kurdî ew ê ewilî hewl bidin di vî warî de gelê kurd serwext bibe.