WAN - Polîs û leşkeran, duh bi şev li taxeke navçeya Erdîşa Wanê operasyon pêk anî û di serdegirtina malekê de, bombeya gazê avêtin nava malê û şewat derket.
Li Taxa Hespenek a navçeya Erdîşa Wanê, polîs û leşkeran li ser îxbarekê duh bi şev operasyon pêk anîn û bi ser malan de girtin.
Polîs û leşkerên çûn mala Mehmet Polat, hemû endamên malbatê derxistin derve. Malbata ku tiştek fêm nekirin, bi çilen şevê û pêxas derketin derve. Polîsan piştre bombeyên gazê di derî û pencereyan de avêtin nava malê. Ji ber bombeyên gazê, şewat derket.
Xwediyê malê Mehmet Polat, tiştên jiyîn wiha vegot: “Di saet 12.00’ê şevê de bi ser mala me de girtin. Em ji nava nivînan derxistin. Bi kincên şevê û bi lingên tazî em derxistin derve. Bi vî halê xwe em 3 saetan li ber sermayê hiştin. Di derî û pecereyan re bombeyên gazê avêtin nava malê. Dûre li malê lêgerîn pêk anîn. Ji ber bombeyên gazê hemû cihêzê keça min a çend roj şûn de bizewice zirar dîtin û êdî nayên bi kar anîn. Gelo ev mualeya li me kirin, di kîjan ol û qanûnan de heye.”