STENBOL - Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Tuna Aydin hat girtin ê duh derxistin dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Berdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endamê MYK’ê Tuna Aydin ê di çarçoveya operasyona di 9’ê Mijdarê ya Stenbolê pêk hat de, hat binçavkirin, derengiya şevê derxistin Edliya Çaglayana Stenbolê. Dozgerê îfadeya Tuna girt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgahê jî bi heman hincetê Tuna girt û şand girtîgehê.