STENBOL – Hekîman diyar kir ku bi pêşnûmeya tenduristiyê ya ji aliyê Komîsyonê ve hat erêkirin hekîm bi temamî hatin îzolekirin û got: “Ev pêşnûme mirovan birçî dihêle. Tê wateya mehkûmkirina mirina sivîl.”
“Pêşnûmeya Qanûna di Tenduristiyê de Şidet” li gel hemû bertekan jî ji aliyê komîsyonê ve hat êrêkirin û derbas bû. Di vê sererastkirinê de daxwazên hekîman nayên qebûlkirin. Hekîmên bi KHK’ê hatine îxrackirin û di lêpirsîna ewlehiyê de derbas nabin dê bi nexweşxaneyên bi Lîjneya Ewlehiya Civakî (SGK) re dixebitin nikaribin kar bikin.
'EM JI NEXWEŞAN DÛR DIKIN’
Bijîk Çagla Îzcî diyar kir ku wan wek hekîmên muafiyen nesitendine, di lêpirsîna ewlehiyê de derbas nebûne û bi KHK’ê hatine îxrackirin ji bo xespkirina mafên wan ji holê rabe gelek caran serî li wezaretê dane û wezaretê ji wan re gotiye ku dê qanûn ji bo vê pirsgirêkê derkeve û dê dikaribin bixebitin. Îzcî da zanîn xwedîgiravê ew li benda xebatê bûn lê ew bi qanûnek ku dê temamî ji pîşeya xwe dûr bibin hat derxistin û got: “Ez nêzî 360 rojî li benda lêpirsînê sekinim. Di vê pêvajoyê de tu daxuyanî nedan. Bi vê pêşnûmeyê re jî pîşeya min temamî ji destê min digirin. Her ku diçe pêşiya me digirin û me ji nexweşan dûr dikin. Hekîmtî tiştek ne wiha ye. Hekîmtî ne ew pîşeye mirov li malê betal bisekine. Bi vê pêşnûmeyê re hemû mafên me hatin îzolekirin. Lê em ê ji bo mafên xwe yên xebatê her cûre têkoşîna xwe birêve bibin.”
'ME BIRÇÎ DIKIN Û TERKÎ MIRINÊ DIKIN’
Ji hekîmên hatin îxrackirin Nîlay Etîler jî destnîşan kir ku ev pêşnûme bi niyetek xerab hat derxistin û wiha got: “Hemû derfetên me ji holê rakir. Jixwe KHK bê hiqûqiyek mezin bû. Di demek wiha bêhiqûqî de bêhiqûqiya li ser bêhiqûqiyê derdixin. Dixwazin bi van sererastkirina me birçî bihêlin û terkî mirinê bikin. Êdî dixtorên îxrackirî dê nikaribin pîşeya xwe birêve bibin û neçar in karek din ji xwe re bibînin.”
MA / Melîke Ceyhan