* Hevserokên HDP’a Colemêrgê destek dan greva birçîbûnê ya Leyla Guven û diyar kirin ku ew heta dawî li pey têkoşîna mafdar in.
* Parêzerê doza Cizîrê Ramazan Demîr der barê danişîna dozê ya dê li DMME'yê were dîtin axivî û got: “Di vê dozê de hêla girîng ev e ku tevî hemû astengî û gefan bi kedeke mezin heya van deran hat û dewlet dê cara yekem di parastinê de amade be."
* Guler Tunç dê di 13’ê Mijdarê de beşdarî doza hevjînê xwe Orhan Tunç ê li Cizîrê hat kuştin ku li DMME’yê bê dîtin bibe û vê bangê kir: “Em hêvîdarin wê DMME biryarek erênî bide gelê Cizîrê û li dijî hovîtiya hat kirin bêdeng nemîne.”
* Li gundekî Cizîrê 6 xwişk û dayika xwe bi awayek sistematîk rastî şideta 3 birayên xwe yên jinbavê û bavê xwe hatin. Qereqola gund ji şidetê re bêdeng ma. Hat zanîn ku Ayten A. ji ber şidetê hewl da întîxar bike û birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê tedawî dît û jiyana xwe ji dest da. Xwişkên din li benda desteka hiqûqî ne.
* Heta îro 169 doz li Midura Karê Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundmê bi KHK’ê hat girtin Reyhan Çapan vebûn. Ji 15 dozên teqez bûn salek û 3 meh ceza û 131 hezar TL ceza li Çapan hat birîn. Çapan a ji 10’ê gulanê ve di girtîgehê de ye ji 63 dozan 13 sal û 6 meh cezayê hepsê û 220 hezar TL ceza lê hat birîn li îstînafê disekine.
* Hekîman diyar kir ku bi pêşnûmeya tenduristiyê ya ji aliyê Komîsyonê ve hat erêkirin hekîm bi temamî hatin îzolekirin û got: “Ev pêşnûme mirovan birçî dihêle. Tê wateya mehkûmkirina mirina sivîl.”
* Endama Kampûsa Pîrebokan Gîzem Işik diyar kir ku ew ê heta roja 25’ê Mijdarê gelek çalakiyan li dar bixin û got: “Em ê bibin baskên xwişkên hev Mirabelan û em li dijî şidetê jinan vedixwînin qadên mor.”
* Hunermenda bûkokan Yagmur Kahvecî hilberîn hêzek mezin dide wê û got: “Li Rojava şoreşek heye û kirdeya vê şoreşê jin in. Dixwazim bi wan re bim û çêkirina bûkokan bi zarokan bidim hînkirin.”
* Meclîsa Kedê ya HDK’ê dê bi sermijara “Bi bawerî û bi hêvî ber bi komcivîna kedê ve” li Odeya Tabîban a Stenbolê ya li Çagalogluya Stenbolê Komcivîna Kedê li dar bixe. (10.00)
* Meclîsa Jinan a HDP’ê li Navneda Giştî ya HDP’ê dicive û dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civînê de biaxive. (10.00)
* Rêxistina HDP’ê ya Enqereyê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Otela Neva Palas Kongreya xwe Awarte li dar bixe. (12. 00)
* Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), dê komxebata bi sermijara "Alternatîfa Neteweya Demokratîk a di Hilbijartinên Herêmî de" li Otela Demîr a navçeya Sûrê pêk bîne. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Akdenîzê, bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Dawetê ya Şah li dar bixe. (12.00)