AMED/ ÊLIH - Xizmên Windayan li Amed û Êlihê hatin gel hev. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Adanan Orhan, daxwuhanî da û got: “Çiqas biêşe ku em hîna jî li vî welatî li hestiyên xwe digerin. Em dibêjin gorên xizmên me tuneye û em ji bo vê têdikoşîn.”
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo “Windahî bên dîtin û faîl bên darizandin” 509’emîn çalakiya heftane pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Endamên KESK’ê û Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Alî Tekdag ê berî 23 salan di sala 1994’an de, li Amedê ji aliyê hin kesên sivîl ve hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
'BI RASTÎ JÎ WIJDANA WE REHETE?'
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Adanan Orhan, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ligel ku kujerên cînayetên kiryar nediyar hatin tespîtkirin jî, nehatin dariznadin. Ev qatil beraet kirin. Bi rastî jî dadgerên ev kujer dan berdan wijdana wan rehete? Em dixwazin kujer bên darizandin. Çiqas biêşe ku em hîna jî li vî welatî li hestiyên xwe digerin. Em dibêjin gorên xizmên me tuneye û em ji bo vê têdikoşîn.”
'HEYE MIRINÊ EZÊ LI BIRAYÊ XWE BIGERIM'
Xwişka Alî Takdag Îffet Mûtaş jî, di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin: “Gelek caran birayê min hat binçavkirin. Herî dawî birayê min di 13’ê Mijdara 1994’an de hat binçavkirin û carek din me agahî jê negirt. 6 mehan îşkenceyek giran li birayê min kiribûn. Li ser vanê wî kablo helandibûn û piştî îşkenceyê dişewitînin û davêjin nava zeviyekê. Lê me nizanin ev zevî li ku deriyê. Ji rojnameyê me bihîst ku birayê min bi îşkencê kuştine. Hîna jî ez li birayê xwe digerim. Heya mirinê jî ezê li birayê xwe bigerim.”
23 SALIN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan Adnan Orhan çîroka Ali Tekdag parve kir. Adnan cih da gotinê hevsera Alî û çîrok wiha hat ravekirin:"Di 13'ê Mijdara 1994'an de em bi hev re ji malê derketin. Em bi wesayetê çûn Şekerbanka Derê Çiyê. Piştre Alî got karê min heye lê ez ê werim. Piştre min dît ku 3-4 kesên di destên wan de çek hene ew Ali dişopandin. Piştre derb bera hevserê min dan. Dawiyê çakêtê wî bi serê wî gerandin û ew birin ba hêzên taybet.
'Gotin careke din neyê vê derê'
Adnan da zanîn ku hevsera Ali wê demê serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê daye û wiha domand:"Piştre min bi daxwaznameyekê serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da. Wan jî gotin ev bûyer hîn nû ye piştre were. 3 roj şûnde ez dîsa çûm. Piştre ez her roj çûm. Du meh şûnde polîsê li ber derî bi min re xeyidin û min derxistin pêşberî dozger. Dozger got ka şahid. Min jî got şahid ez im. Min ji hundur derxistin û gotin careke din neyên vir."
Daxuyanî bi rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’a Êlihê û xizmên windayan li Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe ya 415’emîn pêk anîn. Parêzeên OHP’ê, xizmên Windayan û parazvanên Mafên Mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Yetîşen ê di 14’ê Mijdara 1994’an de hat windakirin, hat pirsîn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguder çîroka windakirina Ahmet Yetîşen xwend û wiha got: “Hemû serlêdanên ji bo Yildiz hatin kirin, bê encam man û tu gav nehatin avêtin. Serlêdana ji bo DMME hat kirin jî, bi hinceta dereng mayînê hat redkirin. Lê çi dibe bila bibe emê dest ji şopa dîtina windakiriyên xwe bernedin. Heya kujer bên cezakirin û windahiyên me bên dîtin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.