STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê xwest girtiyê nexweş ê ji sedî 99 astengdar e Hakan Erbîlek bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş bên berdan xwest di hefteya 346’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê li dar bixe. Polîsan ji çalakiyê re astengî derxist û destûr endan. Li ser astengiyê parêzvanê mafê mirovan li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî li dar xist. Pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li şibakeya avahiya ÎHD’ê daliqandin û wêneyên girtiyên nexweş hildan.
Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Hakan Erbîlek ê ji sedî 99 astengdar e.
‘HIN GIRTÎ NIZANIN KU LI GIRTÎGEHÊ NE’
Endama Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtîgehan ku bi sedan girtiyên nexweş hene û got: “Dema mirov li rewşa 400 girtiyên nexweşînên giran hene dinêre, di nav wan de yên cûr bi cûr nexweşînên wan hene dimînin. Hin girtî hene nikarin ji şûna xwe bilepitin. Hin girtî hene nizanin ku li girtîgehê ne.”
XWEST ERBÎLEK BÊ BERDAN
Onaran der barê girtiyê nexweş Hakan Erbîlek ê di sala 1999’an de hatiye dinyayê agahî da û got Erbîlek nexweşek ji sedî 99 astengdar e. Onaran anî ziman ku Erbîlek di 11’ê cotmeha 2018’an de ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin û piştî wî dibin Girtîgeha Mûşê û roja 25’ê Cotmehê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Metrîsa Stenbolê dikin. Onaran da zanîn ku rewşa Erbîlek giran û xwest demildest ji girtîgehê bê berdan û dermankirina wî li derve pêk bê.