ENQERE - Polîsên di çarçoveya operasyona li Enqerê pêk anîn de, bi ser mala nûçegihanê MA Denîz Nazlim de jî girtin û gef li malbarê xwarin.
Di çarçoveya operasyona li Enqerê pêk hat de, biryara binçavkirinê ji bo nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Denîz Nazlim de hat dayîn. Di çarçoveya operasyonê de Akademîsyên Cenk Yigiter ê bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin, Endamê MYK û Berdevkê Ciwanên Meclîsa HDP’ê Tuna Aydin jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin.
MALBATA NAZLIM TEHDÎT KIRIN
Polîsên duh serê sibê çûn mala rojnameger Nazlim, dayîk û bavê wî tehdît kirin. Polîsan ji bo rojnameger Nazlim ji malbatê re gotibû “Kurê we karên ji derveyî qanûnê dike.” Malbata ku li dijî vê yekê derdikeve rastî gefên polîsan yên “Em ji vir û şûn de li ser serê wene” tên. Ji ber ku Nazlim ne li malê bû nehat binçavkirin.
BI IXBATÊN DEREW BINÇAV KIRIN
Rojnameger Nazlim, di 14’ê Tebaxa 2017’an de, di encama îxbareke “Dê çalakiyê pêk bîne” de hatibû binçavkirin û berdan. Dîsan berî hilbijartina 24’ê Hezîranê rojekê bi heman hincetê Nazlim hat binçavkirin û piştî îfade da dozger hatibû berdan.