COLEMÊRG - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyên Şemzînan û Geverê ji bo piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bang kirin.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyên Gever û Şemzînanê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li avahiya HDP’ê ya Şemzînanê civîna çapemeniyê pêk anîn.
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, gelek rêveber û endamên partiyan beşdarî civînê bûn. Dede di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Li bajêr ji bo deng girtinê Guven rekor şikand. Dimildest em dixwazin Guven bê berdan. Mînakên berdana Mûstefa Balbay, Enîs Berberoglu û Sebahat Tuncel li holê ne. Girtina Guven qanûnî ye. Dewlet niha qanûnê xwe înkar dike.”
Dede, di dawiya axaftina xwe de xwest Guven bê berdan û wiha got: “Em piştgiriyê didin Guven û divê hemû daxwazên wê dimildest bên qebûl kirin. Em bang li tevahiya raya giştî jî dikin ku piştgiriyê bidin Guven.”