WAN - Derbarê 4 gundiyên li Westana Wanê dema ji komkirina kivarikan vedigeriyan ên rastî îşkenceya giran a 7 polîsan hatin de, bi sûdariya “Alîkarî dayîna rêxistinê” doz hat vekirin. Li şûna ku polîsên hatibûn teşhîskirin, doz derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de vekirin.
Piştî êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan a navçeya Westan a Wanê ya di 9’ê Hezîrana 2017’an de pêk hat, 4 gundiyên ji komkirina kivarikan vedigeriyan li navenda navçeyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û derbarê wan de nûçeyên “Me 4 terorîstên êrîşî Midûriyetê Polîsan a Wesanê kiribûn girtin” hatibûn servîskirin.
Gundiyên bi navê Abdulselam Aslan (32), Cemal Aslan (53), Halîl Aslan (48) û Nejdet Beysum (29) di dema binçavan de, komek ji hin kesan pêk dihat hatibûn li ber Midûriyeta polîsan, dirûşme berz kiribûn û xwestibûn ku kesên dibin çavan de teslîmî wan bikin. Gundiyên dibin çavan de rastî îşkenceyek giran a polîsan hatibûn û dema têkiliya wan a bi bûyerê re nehat tespîtkirin hatibûn berdan. Wêneyên îşkenceya li gundiyan hatibûn kirin, heya demek dirêj di rojeva raya giştî de cih girtibû.
BIRYARA VEŞARTINÊ DANÎN SER DOSYEYÊ
Parêzerê gundiyan Servet Haznedar, piştî bûyerê derbarê “îşkence, heqaret, perka xwe xerab bi kar anîn û zirar dayîna malê gele” yên li muwekîlên wî hatin kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Westanê serledana sûc kiribû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Westanê di heman rojê de ji bo lêpirsîna dosyeyê biryara veşartinê da û bi hinceta “dê lêpirsîn bi demê re bikeve talokê” hemû daxwazên parêzer redkirin.
GUNDIYAN 7 POLÎS TEŞHÎŞ KIRIN
Derbarê 7 polîsên gundiyan teşhîs kirin de, bi sûcdariya “bi sivikî birîndar kirin û sînorê lêdanê derbaskirin” îdîaname hat amedekirin. Dadgeha Cezayê Eslî ya Westanê ya îdîaname pêşkêşî wê hat kirin, ji 7 polîsan tenê xwest derbarê O.Ş. ê polîs de doz bê vekirin. Bi vî awayî li şûna ku polîsên hatibûn teşhîskirin, doz derbarê gundiyên hatibûn îşkencekirin de hat vekirin.
5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, di 29’ê Gulana 2018’an de îdîaname qebûl kir û îdîanameyê de behsa çûyîna gundiyan a kivarikan nehatiye kirin.
MA / Adnan Bilen