Hevşaredar Baran pêkanînên li girtîgehê yeko yeko gotin

  • rojane
  • 09:29 10 Mijdar 2018
  • |
img

AMED - Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî tê kirin, gardiyan davêjin ser qawîşan, jimariya di nîzama leşkerî de tê kirin, pirtûk û nameyên wan nadin wan û ji ber ew li dijî binpêkirinên mafan derdiekvin îdareya girtîgehê cezayê hucreyê li wan biriye. 

Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propganadaya rêxistinê" 9 sal û 2 meh ceza li Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran birî. Baran li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Osmaniyeyê dimîne. Baran, nameyek ji parêzerê xwe Suleyman Kaya re şand û di nameyê de behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kirin. 
 
‘LÊGERÎNA TAZÎ HAT FERZKIRIN' 
 
Baran, diyar kir ku piştî girtegha Amed û Hîlwanê ew birine Girtîgeha Osmaniyeyê û got: "Çawa çûm Girtîgeha Osmaniyeyê hema demildest min birin odeyekê. Personelên mêr li ber derî û yên jin jî li hundur ez kişandim quncikekî. Paşê heman personelan xwest ez kincên xwe ji xwe bikim. Wexta min li ber xwe da bang li personelên mêr kirin û gotin kincên xwe ji xwe nake. Personelên mêr jî gotin 'wê ji xwe bike. çawa jixwe nake.' Bi darê zorê kincên min ji min kirin. Paşê xwestin rabim û rûnêm, wexta li hemberî vê jî derketim bijîşk gef li min xwarin. Hemû hevalên jin ên tînin vir, bi vê pêkanînê re rû bi rû dimînin." 
 
Baran, anî ziman ku wexta wê dibirin qawîşê li korîdorê gardiyanên mêr bang kirine gotine 'PKK'yiyek tê' û xwestin bi vê rê li ber lînckirinê vekin. Baran got: "Şeş meh û nîv in ez li vira me. Hevalên min ên beriya min 3 mehan hatine vir bênavber bi çewisandinn derûnî, tacizan û êrîşên fizîkî re rû bi rû dimînin." 
 
LÊPIRSÎNÊN BI AWAYEKÎ KÊFΠ
 
Baran, anî ziman ku pirtûk, name û wêneyên xwezayê yên ji wan re tên şandin nadin wan û bi ser de jî der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin. Baran, diyar kir ku kupurên rojnameyan jî qedexe ne û roj heye du caran lêgerîna qawîşê tê kirin û hemû qawîş tê belavkirin û têla cilên wan ên bin tê jêkirin. 
 
‘JIMARIYA DI NÎZAMA LEŞKERÎ DE TÊ FERZKIRIN' 
 
Baran, diyar kir ku radyo li qawîşên din ne qedexe ye, lê belê li ya wan qedexe ye û got: "Rojê 3 caran jimariya li ser piyan tê kirin. Serê sibeê saet di 8'an, ber êvarî saet di 5'an û êvarî jî saet di 7'an de jimariya di nîzama leşkerî de tê ferzkirin. Wexta em vê yekê qebûl nakin bi sandalyeyan li me didin û derdixin derve. Bi vî awayî rojê du caran em bi darê zorê derdixin hewadariyê. Êvaran jî bi vî awayî ji bo jimariyê me radikin. Wexta em nîzama leşkerî qebûl nakin, der barê me de girtekan dinivîsnin û em bi cezayê hucreyê û cezayê pêwendîdanînê tên cezakirin." 
 
‘LI HUVREYÊ HATIM DERBKIRIN' 
 
Baran, anî ziman ku dema ew jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nakin ceza li wan tên birîn û got: "Ji dosyeya Sûrê 62 roj cezayê hucreyê, salek jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Helîn Yapici û 63 roj cezayê hucreyê û salekê jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Leyla Elma ya ji doza TKP/ML'ê girtiye hat birîn. Ez jî ji roja ku hatime du caran cezayê hucreyê li min hatiye birîn. Cara ewil di 20'ê Hezîranê de min xistin hucreyê, lê belê belkî hundirê wê salan e nehatiye paqijkirin. Bi sedan qutikên cixareyan hebûn û bi saetan min ew şûşt. Gardiyanên mêr bi newresiman pace girtin û bê hewa mam. Çay jî nedan, gotin qedexe ye. Di 25'ê Cotmehê de dîsa min xistin hucreyê. Li derveyê hucreyê du motorên klîmayê hatibûn montekirin û 24 saetan ew deng dihat min. Ji ber li hucreyê cihekî ku firaq lê bên şûştin tune bû, min xwest xwarina min di tebeqê de bê dayîn. Kesên dixin hucreyê xwarina wan di tebeqê de didin. Lê gotin tu yê firaqa li tuwaletê bişoyî, lê ji ber min ev yek qebûl nekir3 rojan xwarin nedan. Di 28'ê Cotmehê waridya êvarî de gardiyanekî êrîşî min kir û ez avêtim nav hucreyê. Piştî şideteke devkî û fizîkî du gardiyanên jin bi milên min girtin û gotin 'em ê sekinandina li ser piyan hînî we bikin' û bi zorê ez rakirim ser piyan. Piştî bûyerê min xwest bi perpirsiyarê wardiyayê re hevdîtinê çêbikim. Berpirsiyarê wardiyayê jî bi heman hêrsê bi ser min de hat û got 'tu ji dewletê ne mezintir î, tu yê li gorî qaîdeyên dewletê tev bigerî. Wê mazgalê bigirin.'" 
 
‘WEXTA ÎŞKENCE DIKIN KAMERAYÊ DIGIRIN' 
 
Baran, diyar kir ku çi bê serê wan berpirsiyar îdare ye û got: "Ji bo jimariya serê sibehê bi kamerayan hatin, lê wexta bi şidetê bi ser me da hatin kamera tune bûn. Lê di jimariyên asayî de kamera heye. Ji bo evan pêkanînan gelek caran me daxwazname nivîsandin, lê bêfêde bû. Ji bo sewqê me nivîsand, lê dîsa bêfêde bû. Di 30'yê Cotmehê de ji ber pêkanînên vir min hevdîtin bi midûr re çêkir. Pêşî min xistin hucreyê. Ewilî 11 rojan, cara didoyan 5 rojan cezayê hucreyê li min birîn. Wê hevala Leyla û Hêlîn têxin hucreyê, der barê rewşa wan de şik û gumanên min hene. Li vir hêrseke bê kontrol heye. Çi bê serê me berpirsiyar îdare ye. Me heta niha jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin. Ev tişt derî rûmeta mirovahiyê ye û helwesteke rencîdekirinê ye. Bedêla parastina bedêla rûmeta mirovahiyê çi dibe bila bibe, em ê dev ji biryara xwe bernedin û em ê rûmeta mirovahiyê biparêzin." 

Sernavên din

12/11/2018
12:17 Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin
11:36 Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
10:28 Parêzera Guven: Serdestên hiqûqê nahêlin Guven bê berdan
09:55 Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir
09:04 Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike
09:04 ‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin'
09:03 ‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan'
09:02 Wê SKM jinên hatine kuştin bi bîr bîne
09:01 ‘Wê qeyûmên nelirêtî kirine bên darizandin?'
09:01 Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
11/11/2018
17:56 Li Çewlîgê 26 herêm hatin qedexekirin
17:31 Dayika Mazlûm Dogan mir
17:17 Di serdegiritna malê de, ji ber bombeya gazê şewat derket
16:59 Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir
16:38 Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
15:57 Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
15:41 Li Gabarê teqîn: 2 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn
15:14 PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
14:53 HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
13:41 Koçyîgît di Kongreya Kedê de axivî: Dem dema têkoşînê ye
12:44 Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in
11:44 'Ji ber kombûyîna Kongreya Ciwanan êrîş dikin'
11:11 Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin
10:59 Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Aydin hat girtin
09:13 Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
09:12 Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê
09:11 Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be
09:09 Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor
09:07 'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’
09:05 ‘Em ê bi pêşnûmeya nû temamî bên îzolekirin’
09:03 Ji 169 dozên Çapan 15 doz teqez bûn
09:02 Ji Colemêrgê bo Guven destek: Em li gel têkoşîna wê ne
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN
10/11/2018
20:24 Li Agirî 7 kes hatin girtin
16:40 5 kes li Îzmîrê hatin binçav kirin
16:33 Xizmên windayan: Çiqas biêşe ku em hîna jî li hestiyên xwe digerin
16:32 Lêpirsîna greva birçîbûnê ji bo Guven hat destpêkirin
16:12 Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin
15:50 Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin
15:29 Xwestin girtiyê astengdar Erbîlek demildest bê berdan
15:24 Dayikên Şemiyê ligel qedexeyan jî aqûbeta Yazici pirsîn
15:14 ‘Bila girtiyê nexweş Yilmaz Suncak bê berdan’
14:39 Namzeta HDP’ê Kaya hat binçavkirin
14:24 Platforma Zimanê Kurdî ‘komên xebatê’ ava kirin
Platform: Bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
14:14 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî hat vekirin
13:52 Girtiyan biryara DYA'yê ya derbarê PKK'iyan de girt şermezar kirin
13:36 Ji girtiya nexweş Tokmak parçe girtin
13:25 Serlêdana wasiyê Ocalan hat redkirin
13:07 Tosun a HDP’î bi jinên Îzmîrê re hatin gelhev
12:34 Polîsên çûn mala rojnameger Nazlim gef li malbatê xwarin
12:16 Li Şemzînanê 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:58 Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de ma
11:26 Piştriya ji bo Leyla Guven berdewam dike
11:13 Li şûna polîsên hatin teşhîskirin, doz li gundiyên hatin îşkencekirin vekirin
10:32 Şerê namzetan ê dinavbera qeyûm û AKP’iyan de!
09:42 'Divê DMME li dijî qedexeyan helwesta xwe nîşan bide’
09:29 81 sal derbas bûn: Êdî daxwaza tiştekî ji vê dewletê nakin
09:29 Hevşaredar Baran pêkanînên li girtîgehê yeko yeko gotin
09:28 Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin
09:27 Wê malbata zarokê ku gardiyan hewl da wî bifetisîne, gardiyan gilî bike
09:26 Parêzer e, lê nikare serdana muwekîlên xwe bike!
09:25 Qeyûm navê Orhan Dogan jê bir, peykerê Xanî rakir
09:24 Wê di 25'ê Mijdarê de jin alaya azadiyê ya 'Xwişkên Mirabel' bilind bikin
09:23 Odeya Bijîşkan a Îzmîrê: Maddeya 5'an destpêka şideteke nû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN
08:25 Qedexeya derketina derve ya Licê hat rakirin
09/11/2018
21:23 Li binkeya leşkerî teqîn: 25 leşker birîndar bûn, 7 jê winda ne
20:04 Sîsê Bîngol dîsa birin girtîgehê
16:37 Walîtiya Amedê ‘platforma’ Tahîr Elçî hişyar kir
15:48 Jinên Wanî piştgirî dan Leyla Guven
15:39 Odeya Avahîsazan: Bila xwediyên avahiyên tescîlkirî yên Sûrê serî li darazê bidin
15:02 ÎHD’ê encamnameya xwe ya Desteya Giştî eşkere kir
15:01 EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin
14:37 Gezen: Rêya me dirêj e lê serkeftin a me ye
14:13 Daxwaza girtina polîsê Turan ê 16 salî kuşt hat redkirin
13:36 Destûr nedan Bêkes Tunç biçe DMME’yê
13:25 Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû
13:13 AYM’ê serlêdana Çaglar Demîrel red kir
13:01 Li Licê qedexe û operasyon didome
12:56 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
12:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Guven ji bo rojên ronahî ev sekin nîşan da
12:37 Girtiyê nexweş Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin
12:05 Weşanxaneyên Kurd ji bo fuara Stenbolê amadene
12:04 Li Pilemûriyê û Pêrtegê 8 kes hatin binçavkirin
11:40 Ozbek: Em ê daxwaza berdana Sîsê Bîngol bikin
11:24 Wesiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:05 8 rojên Sîsê Bîngol li nexweşxanê teman bûn
11:04 Partiyên kurd û zimanzan di komxebata ziman de dicivin
10:43 Dermankirina girtiyê nexweş bi boneya ‘diravdanî tune ye’ nayê kirin
10:33 Di serdegirtina malê de akademîsyên Yîgîter hat binçavkirin
10:23 Qeyûmê ku pere xwar şaredariyê deyndar kir
10:22 Ji Bakirkoyê 15 jin sewqî Qeyseriyê kirin
10:13 Ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û derp kirin
09:56 Keskîn: Divê em bêtir derkevin kolanan
09:23 ‘Di sê salan de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye'
09:21 Wêranşarê veguherandin kuna xiltan
09:20 Koçerên li Feraşînê vedigerin
09:19 Şahid got 'nas nakim' lê dadgehê dîsa jî 9 sal ceza li Baranê birî
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir