COLEMÊRG - Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê, gardiyanê hewl da zarokê bi navê F.T. bifetisîne, hîna jî li ser kar e. Malbata F.T. li Colemêrgê dijî û diyar kir ku ew ê giliyê gardiyan bikin.
Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê, zarokên bi navê Y.T.O., F.T., R.Y. û O.'yç paşnavê wî nehat hînbûn, bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanê xwestin pîrozbahiyekê bikin. Di dema pîrozbahiyê de gardiyanekî hewl da zarokê bi navê F.T. bifetisîne. Piştî ev yek hat bihîstin, malbata F.T. ku li Colemêrgê dijî diyar kir ku kurê wan hatiye îşkencekirin û ew ê giliyê gardiyan bikin.
'GARDIYAN XWESTIYE KURÊ MIN BIFETISÎNE'
Taybet Taşkin, dayika F.T., diyar kir ku 13 meh in kurê wê di girtîgehê de ye û got: "Hayê min ji vê bûyerê tune bû. Her hefte roja pêncşemê digere. Vê pêncşemê wexta geriya min li hal û wextê wî pirsî. Wî jî got rewşa wî nebaş e. Wexta min sedema wê jê pirsî, got gardiyanekî ew derb kiriye, xwestiye wî bifetisîne û hevalên wî bi zorê ew ji nav lepên gardiyan derxistine. Alîkarî ji me xwest, lê em nizanin em ê çawa alîkariya wî bikin. Em ji bo vê bang li raya giştî dikin."
‘ÇIMA HAT ÎŞKENCEKIRIN?'
Taşkin, pirsî ji bo çi kurê wê hatiye îşkencekirin û got: "Jixwe kurê min di girtîgeha we de ye. Wexta dilê we dixwaze hûn wî dixin hucreyê û wî tî û birçî dihêlin. Îjar ev îşkence çî ye? Kurê min ji ber sûcekî edlî ne di wir de ye. Bêbextiyek li kurê min kirin û hat girtin. Ne ji ber di girtîgehê de ye, ji ber hatiye îşkencekirin dilê min diêşe."
'EM Ê BIŞOPÎNIN'
sûat Taşkin, kekê F.T., jî destnîşan kir ku ew ê giliyê gardiyan bikin û got: "Em heftê 10 deqîqeyan bi birê xwe re diaxivin. 3 roj berê em ji malbateke ku kurê wan di heman girtîgehê de ye hay ji bûyerê çêbûn. Di hevdîtina heftane de me hevdîtin bi birayê xwe re çêkir, lê belê rewşa wî nebaş bû. Em ê giliyê gardiyan bikin. Lê bi qasî em hay jê çêbûn hîna jî ew gardiyan li ser kar e. Ji bo silametiya zarokên me divê demidlest ew gardiyan ji kar bê girtin. Em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin."