QERS - Qeyûmê tayînî Şaredariya Dîgorê hat kirin, kolana ku di dema rêveberiya şaredariya DBP'î de navê Orhan Dogan lê hatibû kirin, guheran. Her wiha qeyûm peykerê Ehmedê Xanî yê li parkeke navçeyê bû jî rakir.
Li navçeya Dîgor a Qersê, rêveberiya şaredariya DBP'î navê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan li kolanekê kiribû. Lê belê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin navê Orhan Dogan hat rakirin û li şûna wê navê Milletê li kolanê hat kirin. Her wiha qeyûm peykerê Ehmedê Xanî yê li parkeke navçeyê jî rakir. Ji xeynî vê qeyûm logoya şaredariyê jî guherand.
KOLANA ORHAN DOGAN KIRIN KOLANA 'MILLET'Ê
Hevserokê HDP'a Bajêr orba Başkûrt bertek nîşanî vê yekê da, anî ziman ku peykerê Ehmedê Xanî yê li parkê hatiye rakirin û navê gelek kuçe û kolanan jî hatiye guherandin. Başkûr, destnîşan kir ku li parkê tiştên berê hemû hatine rakirin û navekî nû lê hatiye kirin. başkûrt got: "Navê kolana navçeyê ya herê mezin Orhan Dogan bû, lê belêq eyûm navê wê guheran û kir 'Kolana Milletê'. Çi dikin bila bikin, ji bo me tu wateya wê tune ye. Em navê berê yên wan kolanan bilêv dikin."
Başkûrt, diyar kir ku piştî qeyûm tu têkiliya gel bi şaredariyê re nemaye û got: "Gelê me naçe doza karekî jî nake. Helwesta gelê me ya li hemberî qeyûm pir zelal e. Hin mirovên me ji Wezîrê Ragihandin, Behrevanî û Pêwendiyê Ahmet Arslan re gotin 'em ava qirêj vedixwin, ava me bînin.' Lê wezîr ji wan re got 'wê avê vexwin.' Yanî ger wezîrek tiştekîw isa bêje, tişt em jî bêjin tenê şermezarkirina wî ye. Fikr û ramanê wan ev e. Gel dengê xwe bide kê bila bide, lê ma wezîrek dikare tiştekî wisa bêje? Bila ew tiştên wisa bikin, lê em ê tevî gelê xwe ji derheqên evan rojên zor û zehmet derkevin û xwe bigihînin rojên xweş. Em xwe li ber vê vîna gelê xwe ditewînin. Wê gelê me roja hilbijartinê bersiva evan tiştan bide."
'WÊ GEL SERÎ NETEWÎNE'
Başkûrt, têkildarî hilbijartina herêmî de jî got: "Bila herkes baş zanibe ku wê gelê Dîgorê roja hilbijartinê bersiva polîtîkayên qeyûman bide. Wê gelê me bi vîna xwe şaredariya xwe dîsa bi dest bixe. Gelê Dîgorê heta niha vîna xwe radestî tu kesî nekiriye û wê ji niha û pê ve jî radestî tu kesî neke. Ev hikûmet çi qasî zext û zoriyan dike bila bike, lê wê gelê me li ber vê zilma wan serê xwe netewîne. Gelê me qeyûm esas negirt û wê negire jî."
MA / Adnan Bilen