ÎZMÎR – Cerraha Zarokan Nergul Çorduk ku bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo madeya 5'emîn a mafê xebatê ya bijîşkan bin pê dike got: "Wê bibe destpêka şideteke nû."
Di tenduristiyê de dê bi madeya 5'emîn bijîşkên lêpirsîna ewlehiyê derbas nekin nikaribin bixebitin. Madeya 5'emîn li Komîsyona Malbat, Xebat û Karên Civakî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Endama Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Cerraha Zarokan Nergul Çorduk bertek nîşanî vê yekê da. Çorduk ku di sala 2017'an de ji Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê hat îxrackirin, bêyî tiştek bê teblîxî wê bê kirin ji pîşeya xwe ya 24 salan hat îxrackirin. Çorduk, diyar kir ku piştî hatiye îxrackirin 6 mehan betal maye, lê paşê li nexweşxaneyeke taybet dest bi kar kiriye. Çorduk, bilêv kir ku hevpîşeyên wê yên bi KHK'yan hatine îxrackirin gelek jê betal mane.
‘ANTÎ DEMOKRATÎK E'
Çorduk, diyar kir ku ewilî "Pêşniyaza Qanûna Şideta di Tenduristiyê de" hatiye pesendkirin, lê belê di vê pêşniyazê de tu sererastkirineke ku rê li ber şidetê bê girtin tune ye. Çorduk, destnîşan kir ku gelek madeyên di vê pêşniyazê de sererastkirinên antî demokratîk in. Çorduk bal kişand ser madeya 5'an û diyar kir ku ev madde tê wateya destpêka şideteke nû. Çorduk got: "Wê bi vê madeyê bijîşkên hatine îxrackirin û li nexweşxaneyê taybet dixebitin nikaribin li nexweşên SGK'yî binerin û wê nikaribin raporan binivîsînin. Her wiha ji bo xwendekarên fakulteya tibê yên nû kuta kirine jî maddeyek lêpirsîna ewlehiyê anîn. Ên di lêpirsîna ewlehiyê re derbas nebin wê nikaribin bixebitin. Wê 2 salan bisekin û dû re wê karibin li nexweşxaneyên taybet ên peymana wan bi SGK'ê re hene bixebitin."
Çorduk, anî ziman ku ji ber kedkarên cemaweriyê li be rîktîdarê serî natewînin bi evan mueyîdeyan re rû bi rû dimînin û bi vê yekê tê xwestin ku ew nikaribin karê xwe bikin.
‘EM Ê DEWAM BIKIN'
Çorduk, anî ziman ku li nexweşxaneya ew niha lê dixebite jî şert û merc ne asayî ne û got: "Dibên qey bijîşk pir pereyan qezenc dikin. Tiştekî wisa tune ye. EM li nexweşxaneyên taybet wekî karkeran dixebitin. Kedxwarî heye. Niha mafê me yê xebatê tê astengkirin. Em bi rêyên demokratîk raya giştî agahdar dikin. Hezar sal e em li vê xakê bijîşktiyê dikin û em ê tim jî bikin."