COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînanê li Herêma Binkeya Tepê Sungu Ortaklarê teqînek çêbû. Hat diyarkirin di teqînê de gelek leşker birîndar bûne.
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hat diyarkirin li Herêma Binkeya Tepê Sungu Ortaklarê teqînek çêbûye û di teqînê de gelek leşker birîndar bûne. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek leşker birîndar bûne û di teqînê de hin leşker jî mirine.
Walîtiya Colemêrgê jî der barê teqînê de daxuyanî da, diyar kir ku dema li herêmê top hatine avêtin muhîmateke biarîze înfilaq bûye û ji ber vê leşker birîndar bûne.
WEZRETA PARASTINÊ YA NETEWÎ: 25 LEŞKER BIRÎNDAR, 7 LEŞKER JÎ WINDA NE
Wezareta Parastinê ya Netewî jî der barê teqînê de daxuyanî de. Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî agahiyên ewil ên bi dest ketine di dema topavêtinê de ji ber muhîmatekê qezayek qewimiye û di qezayê de 25 leşker birîndar bûne û 7 leşker jî winda ne.
Her wiha Dadweriya Ceza ya Sulhê der barê teqîna li Herêma Binkeya Tepê Sunguyê de qedexeya weşanê danî.