AMED – Walîtiya Amedê “Platforma Mafê Mirovan a Tahîr Elçî” guncav nedît û baroyê hişyar kir. Di bîranîna ji bo Tahîr Elçî de Serokê Baroyê Cîhan Aydin axivî û vê hişyarkirina walîtiyê wek “êrîşa pîşeya parêzeriyê” a di sererastkirina Pêşnûmeya Plana Çalakiya Danezana Stenbolê de cih digire nirxand.
Baroya Amedê her hefte ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin û ji bo kujerên wî bên dîtin çalakî li dar dixe. Walîtiya Amedê “naveroka” çalakiyê ya baroyê hişyar kir. Beriya çalakiya li ber Dadgeha Amedê her hefte tê lidarxistin, polîsan bi gotinî ji Serokê Baroyê Cîhan Aydin re ragihand ku “Platforma Mafê Mirovan a Tahîr Elçî” li dijî naveroka çalakiyê ye. Polîsan xwest ku ji bo destûrên hewce Baro biçe ji Walîtiya Amedê destûr bixwaze.
Piştî hişyarkirina polîsan, çalakiya hefteya 149’emîn a ji bo Elçî hat lidarxistin. Gelek parêzer beşdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroye Cîhan Aydin axivî û diyar kir ku ev sê sal e di dosyeya cînayeta Elçî de tu pêşketin nîne û ji bo dosye ronî bibe û kujer bên darizandin tişta ji destê wan bê dê bikin.
DANEZANA STENBOLÊ REXNE KIR
Aydin têkildarî hişyariya Walîtiya Amedê got: “Berê jî wek ku em axivîbûn me gotibû em ê vir bikin Platforma Mafê Mirovan a Tahîr Elçî.” Aydin plana Pêşnûmeya Çalakiya Danezana Stenbolê ya ku kesên ne parêzerin di dadgehan de alî digirin rexne kir.
'PÎŞEYA ME DI BIN ÊRÎŞAN DE YE’
Aydin sererastkirina di hundirê pêşnûmeya plana çalakiye de cih digire wek “êrîşa pîşeya parêzeriyê” şîrove kir û got: “Mixabin pîşeya me bi her awayî di bin êrîşên darazê de ye. Hewldanên tunekirina pîşeya me hene.”
'KESAYETEK CIVAKÎ BÛ’
Piştî axaftina Aydin, mêvanê ve hefteyê yê Platforma Mafê Mirovan a Tahîr Elçî Serokê Lîjneya Rêveberiya Mirovên Kar û Pîşesaziyê ya Amedê (DÎSAD) Burç Baysal axivî û destnîşan kir ku bi Elçî re demek dirêj li qadên civaka sivîl xebitîn û Elçî li gel parêzvaniya xwe ya mafê mirovan û hiqûqnasiya xwe kesayetek rasteqînî yê civaka sivîl bû.
Parêzeran piştî 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê ji ber deriyê dadgehê veqetiyan.