AMED – Serokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin diyar kir ku biryara Şûreya Dewletê ya betalkirina “îstîmlaqkirina lezgîn” a ji bo Mala Dengbêjan ji bo hemû avahiyên tescîlkirî biryara emsalê ye û xwest xwediyê avahiyên tescîlkirî yên Sûrê bi rêya hiqûqê serî li darazê bidin.
Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê têkildarî biryara Şûreya Dewletê ya ji bo Mala Dengbêjan da, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Odeya Avahîsazan Şerefhan Aydin di civînê de axivî û pevçûnên li taxên dîrokî yên Sûrê pêk hat bi bîr xist û got bi sedan avahiyên dîrokî yên tescîlkirî hatine hilweşandin û sûcekî dîrokê pêk hatiye.
592 AVAHIYÊN TESCÎLKIRÎ
Aydin destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî bi rêya hiqûqê ya darê zorê xwestiye demokgrafiya taxên Sûrê biguherîne û xelkê ji koçber kiriye û hemû warên jiyanê yên şêniyên Sûrê ji ber pevçûnan hatiye serobinkirin. Aydin bal kişand ser biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” li ser taxên Sûrê û got: “Lîjneya Wezîran biryara îstîmlaqkirina malên dîrokî derxist. Ji 7714 parselan 6292 parsel bi zora dewletê dest danîn ser. Gelek mal û avahiyên cemaweriyê jî di nav de bi giştî 592 avahiyên tescîlkirî hatin desteserkirin. Di nav avahiyan de avahiyên mîna Dêra Surp Giragos, Xana Hasan Paşa, Mînareya Çar Ling, Dêra Dayika Meryem, Dêra Ermenî û Navneda Çanda Dîcle-Firatê cih digirin.”
'BIRYAR JI BO AVAHIYÊN DIN JÎ EMSAL E’
Aydin anî ziman ku avahiya Mala Dengbêjan a li Sûrê ku aîdî odeya wan e jî yek ji avahiyên tescîlkirî ne û got: “Li dijî vê biryara îstîmlaqê gelek sazî û dezgehan çalakî li dar xistin û ji bo ev biryar bê betalkirin doz vekirin. Piştî biryara Wezîran me jî ji bo biryara îstîmlaqkirina avahiya ku milkê wê ya odeya me ye Mala Dengbêjan serî li darazê dabû. 6’emîn Daîreya Şûreya Dewletê serlêdana me red kiribû. Lê me biryarê şand temyizê û biryara îstîmlaqkirina lezgînî ji aliyê Şûreya Dewletê ve bi 8 dengan hat betalkirin. Di biryara bi hêcet de hatiye gotin divê avahiyên tescîlkirî neyên îstîmlaqkirin. Ev biryara ji bo Mala Dengbêjan ji bo hemû avahiyên dîrokî yên tescîlkirî derbasdar e. Ev biryar ji bo hemû avahiyên din biryara emsalê ye. Ji ber vî awayî xwediyên avahiyên tescîlkirî yên ji bo betalkirina biryarê ku hêj doz venekirine, bila bi rêya hiqûqî serlêdanan bikin.”