ENQERE - ÎHD’ê encamnameya xwe ya 19’emîn Desteya Giştî ya Asayî eşkere kir û xwest, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin, rojnameger, hilbijêr, parêzer û siyasetmedar bên berdan. Di encamnameyê de hat xwestin ku sûcên qirkirinê yên DAIŞ’ê di qadên navneteweyî de bên darizandin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê encamnameya xwe ya 19’emîn Desteya Giştî ya Asayî ya di 3 û 4’ê Mijdarê de li Enqerê pêk anî, ji raya giştî eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin ku mafê mirovan dibin gefên krîza aborî, pevçûnên bi çek û şerên giran dene.
Di encamnameya ÎHD’ê de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê, her ku diçe, pirsgirkên demokrasiyê û bipêkirinên mafên mirovan mezintir dibin. Tirkiye ji çareserkirina pirsgirêkên xwe dûr ketiye û pêvajoyek otorîter li Tirkiyeyê tê jiyîn. Ji bo ku li Tirkiyeyê pirsgirêka gelê Kurd nayê çareser kirin, pêvajoyeke şer heye û ev yek bandorê li ser demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dike. Ji ber ku guhertinên Dadgeha Bilind bi yek kesî ve hatine girêdan û ev kes jî xwedî modelek serokatiya otoritere, her ku diçe binpêkirinên mafên mirovan zêdetir dibin.
Di 2 salên dawî yên OHAL’ê de di civîna me de hat tespîtkirin ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran hatin jiyîn û ev binpêkirin hîna jî berdewam dikin. Dibin navê ‘Têkolîna bi terorê re’ li ser civakê tim zextekê darazê heye. Di encama vê yekê de gelek kes bi awayekê bê hiqûqî hatin girtin û niha li girtîgehan dibin şert û mercên pir xerab de dimînin.
*Divê pêvajoya şer bê bi dawî kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêvajoyek aştiyane bê destpê kirin.
* Divê li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya aştiyê bê avakirin û civak jî mûdaxilê vê pêvajoyê bê kirin.
* Pêwîste ku sûcên qirkirinê yên DAIŞ’ê di qadên navneteweyî de bên darizandin û ji bo vê divê civaka qada navneteweyî erka xwe bîne cih.
*Lazime ku qedexeyên li ser çalakiyên lêgerîna edaletê yên Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bên rakirin û rexnedayîn ji bo wan bê dayîn.
* Divê Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên wî bên berdan.
*Divê parazvanên mafên mirovan Osaman Kavala, Hasan Ceylan, Ozgur Ateş, Selçuk Koazgaçli û hemû parêzerên girtî dimildest bên berdan.
* Divê efoyek giştî bê derxistin.
*Divê dimildest girtiyên nexweşîna giran bên beran û tecrîta li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.
*Divê xebatên rêxistinkirina ÎHD’ê ya li Tirkiyeyê û ji derveyî welat bên zêdetir kirin.
*Ji bo aktîvîstên mafên mirovan hêjayî xelatan bên dîtin, bila ÎHD dest bi xelat dayînê bike û hwd.”