MÊRDÎN - Dozgerê, danişîna doza derbarê kuştina Mazlûm Turan (16) yê bi îdîaya li Qoserê guh neda hiştiyara “Raweste” de hatibû vekirin, xwest polîsê bersûc bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” bi cezayê muebetê bê cezakirin û girtin, lê dadgehê daxwaza girtina polîs red kir û danişîn taloq kir.
Danişîna 12’emîn a doza derbarê polîs Suleyman E. yê Mazlum Turan ê 16 salî yê di 28'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Qosera Mêrdînê, bi îdîaya guh neda hiştiyara “Raweste” kuşt hat vekirin, li 1’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Suleyman E. bi sûcariya “bi zanebûn kuştinê” tê darizandin. Suleyman E. yê polîs û parêzerên wî beşdarî beşdarî danişînê nebûn. Tenê parêzerê Turan Erdal Kuzu di danişînê de amade bû.
Parêzer Erdal Kuzu, di danişîna destpêkir de parastin kir û xwest bersûc bê girtin.
DADGEHÊ DAXWAZ RED KIRIN
Şandeya dadgehê hemû daxwazên Kuzu red kirin. Kuzu li ser vê yekê ji şandeya dadgehê re got ku êdî dadgehê serbixwetiya xwe winda kiriye û di vê dest xwe ji dosyeyê bikşîne, ger ev daxwaza wî bê redkirin jî, ewê serlêdana dadgerê redê bike. Lê dadgehê ev daxwaza Kuzu jî red kir.
DOZGER MUEBET XWEST
Dozgerê îdîanameyê dûre, mutaleya xwe eşkere kir û wiha got: “Divê hemû delîl û beyanên di dosyeyê de bên esas girtin. Raste rast gule li Mazlûm Turan hatiye reşandin. Weke tê gotin ji erdê ne pekiye û lê ne ketiye. Ji ber vê divê bi sûcdariya ‘Bi zanebûn kuştinê’ cezayê muebetê ji bo Suleyman E. yê polîs bê dayîn û bê girtin.”
DADGER DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR
Şandeya dadgehê dûre biryara xwe eşkere kir û xwest Suleyman E. beşdarî danişîna bê, bibe. Dadgehê piştre daxwaza girtina bersûc red kir û danişîn taloqî 18’ê Çileya 2019’an kir.