AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, diyar kir ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven det bi çalakiyek dîrokî kiriye û got: “Girtina Leyla Guven encama tecrîta li ser Birêz Ocalane.
Di danişîna 3’yemîn a Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê operasyona Efrînê de, di 31'ê Çileyê de hat girtin a di 7’ê Mijdarê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, nehat berdan. Guven ji ber ku ferzkirina kelepçeyê qebûl nekir, ne anîn danişînê. Guven a bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, diyar kir ku dê bi armanca şermezarkirina tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan dest bi çalakiya greva bîrçîbên ya bêdem û bêdorveger bike. Guven, di parastin kir de got, ji ber ku dadgeh adîlane nêzî doza wê nabe, ewê ji vir û şûn de di dadgehê de parastinê neke.
‘SEKNEK PÊWÎST A NÛNERÊN GELÊ KURD E’
Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, girtina Guven û çalakiya greva birçîbûnê ya Guven dest pê kir nirxand. Ozturk, diyar kir ku Guven jî mîna hemû siyasetmedarên Kurd, ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bandor bûye û wiha axivî: “Ji ber vê Guven beşdarî tevera siyaseta Kurd dibe. Di nêrîna gelê Kurd de tu tişt ji Birêz Ocalan girîngtir nîne. Gel Kurd bi salene ji bo vê bedel didin û em amadene bedelên hîn giran bûhatir bidin. Leyla Guven jî, yek ji nûnerên gelê Kurd, Hevseroka KCD’ê û tevgera siyaseta gelê Kurd e. Ji bo vê seknek wiha nîşan da. Em vê sekna wî û çalakiya wê pîroz dikin.”
'GIRTINA GUVEN ENCAMA TECRTIYÊ’
Ozturk, da zanîn ku Guven ne ji ber berdana xwe dest bi çalakiyek wiha kir û wiha got: “Ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dest bi çalakiyek wiha kir. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, di rewşekê ku hatine dilgirtin de ne û dibin tecrîtê dene. Ji xwe girtina Leyla Guven jî encama tecrîta li ser Birêz Ocalane.”
‘ÇALAKIYEK DÎROKIYE’
Ozturk, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Leyla Guven weke berdewamiya têkoşîna jinan û kevneşopiya siyaseta Kurd, çalakiyek dîrokî daye dest pê kirin. Ligel ku cezayê Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu hatibû erêkirin jî, hat berdan. Ev biryarek di cih deye û em piştgiriyê didine. Lê Leyla Guven, ligel ku tu cezayekê wê jî tuneye, di girtîgehê de tê girtin. Îro ji bo siyaseta Kurd hiqûqek pir cuda bi rêve dibin. Ji ber ku Guven vê yekê qebûl nake, dest bi çalakiyê kir. Di pêvajoyek wihan de çalakiyek girîng e û em piştgiriyê didinê. Guven ji bo rojên ronahî, ev sekin nîşan da.”
MA / Ozgur Paksoy