STENBOL – Hat ragihandin ku girtiyê nexweş Soydan Akay li Girtîgeha Jimara 9’an a Tîpa L a Silîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.
Hevalên girtîgehê yên girtiyê nexweş Soydan Akay li Girtîgeha Jimara 9’an a Tîpa L a Silîvriyê dimîne bi nameyek balê kişandin ser rewşa Akay. Girtiyan ragihand ku hevrêyê wan Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Akay di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) cih digire û nexweşê penceşêra mesane ye.
Girtiyan di nameya xwe de got: “Soydan Akay ji navçeya Gimgimê ya Mûşê ye. Ji 1992’an ve girtî ye. Nexweşîna penceşêra mesane pê re peyda bûye. Niha li Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvrî tê tecrîdkirin. Bi mehan e di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Raste rast bi fermana Wezareta Edaletê tê tecrîdkirin. Ji bo tecrîdkirina Akay bê rakirin û bê cem wan em serê sibê saet li 10.00’an û êvarê jî saet 16.00’an li deriyan didin û dirûşmeyan berz dikin. Çalakiya me deqîqeyek didome. Ev du salên dawî ye ku Akay tê tecrîdkirin. Ewqas jî bênavber wî sirgûn kirin e.”