AMED – Parêzera girtiya nexweş Sîsê Bîngol, Gulşen Ozbek diyar kir ku daxwaza refaketbûnê ya keça Bîngol hatiye redkirin û bi derketina rapora nû ya tenduristiyê re dê dîsa daxwaza berdana Sîsê Bîngol bikin.
Girtiya nexweş Sîsê Bîngol a 85 salî li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê ji ber nexweşînê roja îna derbasbûyî wê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê û dermankirin wê didome. Parêzera Bîngol, Gulşen Ozbek diyar kir ku ji bo miwekîla wê bê berdan gelek caran serlêdanan kirin û got: “Dayika Sîsê ji bo di şertên mirovî de derman nedikirin û bi boneya di şertên ku mirov nikarin li ber çavan bigirin dibirin dermankirinê red dikir. Di dawiya hevdîtinan de ji ber şertên fizîkî pêk hatin dibirin û dainîn nexweşxaneyê. Herî dawî ji bo rapora lîjneya tenduristiyê bigire rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.”
JI BO BERDANÊ DÊ SERLÊDAN BIKE
Ozbek anî ziman ku hefteyeke Bîngol li nexweşxaneyê ye û serlêdana ji bo keça wê li nexweşxaneyê bibe refaketa wê bi hinceta li nexweşxaneyê personel hene hat redkirin. Ozbek got hêj ji bo gelek nexweşînên Bîngol teşhîs jî nehatiye danîn û ji ber rewşa temenê wê ev hefteyeke li nexweşxaneyê dan razandin. Ozbek destnîşan kir ku ji bo miwekîla wê Bîngol bê berdan dê ji nû ve serî li cihê eleqedar bide û da ku miwekîla wê berdan û li derva bê dermankirin.