ÎZMÎR – Emeliyata girtiyê nexweş Mahmut Aktaş bi boneya “diravdanî tune ye” nayê kirin. Hevjîna Aktaş, Fatma Aktaş xwest ku hevjînê wê demildest bê berdan û dermankirina wî bikin.
Yek ji girtiyên nexweş jî Mahmut Aktaş ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Kiriklara Îzmîrê ye. Ji ber nexweşîna tansiyon û dil her roja ku diçe rewşa wî girantir dibe. Tevî ku bijîşkan diyar kir ku divê di nava 6 mehan de bê dermankirin û emeliyat kirin jî lê bi boneya “diravdanî tune ye” emeliyata wî tê derengxistin. Hevjîna Aktaş, Fatma Aktaş jî got rewşa hevjînê wê giran e.
'DIBE KU DAMARÊ WÎ BITEQE’
Aktaş da zanîn ku bi navberên cuda hevjînê wê bû 26 salin li girtîgehê derbas dike û nexweşê giran ê nexweşîna tansiyon û dil e. Aktaş diyar kir ku hevjînê wê 65 salî ye û got: “Di damarê aort ê dilê hevjînê min 5 pile fireh bûye. Yanî ji bo damarê aort neteqe divê dmildest bê ameliyatkirin. Vê emeliyatê bi hêcetên mîna ‘diravdanî tune ye, karê nexweşxaneya lêkolînê heye’ dereng dixînin. Halbûkî rewşa tenduristiya hevjînê min pir xerab e. Heke emeliyat nebe dê damarê biteqe û em ji ber vê bi xetere ne.”
Aktaş da zanîn ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û divê cezayê hevjînê wê yê li dadgeha bilin dli ber çavan bê girtin û ji bo tenduristiya wî bê berdan.
MA / Nîmet Olmez