AMED - Li Amedê, endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ridvan Toktaş ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û polîsên ku ew li wesayîtê siwar kirin, derp kirin.
Li Amedê, êrîş û zextên polîsan ên li ser endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berdewam dikin. Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Husamettîn Tanrikulu di 29’ê Cotmehê de gava di rê de dimeşiya ji aliyê polîsên sivîl ve hat rawestan û bi hinceta “Li qereqolê îfade te heye” li wesayîtê siyar kirin û bi gefên “Ger tu alîkariya me bikî dê tiştek neyê serê te” sîxurtî ferzî wî kiribûn û rastî lêdana polîsan hatibû.”
Li bajêr dîsan bûyerek mîna vê bûyerê di serê endamê Meclîsa Ciwanan Ridvan Toktaş re derbas bû. Toktaş di 7’ê Mijdarê de, dema ji mînîbûsa dinava bajêr a li Cadeya Tekel a navçeya Yenîşehîrê peya dibe û dimeşe, polîsên sivîl nêzî wî dibîn û binçav dikin. Toktaş ê baweriya wî van polîsan nayê, ji wan dixwaze ku nasnameya xwe ya polîstiyê nîşanî wî bikin, lê li şûna nasnameya xwe nîşanî wî bikin, dinava kolanê de wî derp dikin.
Toktaş, diyar kir ku wî xwest xwe biparêzê û wiha axivî: “Li ser vê yekê polîsê sivîl bangî hevalên xwe kirin û polîsên sivîl bi wesayîteke jeepîn a marka wê “Ford Ranger” hatin cihê em lê bûn. Kesên ji wesayîtê hatin peyabûn, destên wan de çekên lole dirêj hebûn. Van kesan ez bi erdê re dirêj kirim û destên min paşve kelepçe kirin. Min hewl da li ber xwe bidim, lê polîsekê berê çekê kir serê min û ji min re got ‘ Ger tu nesekînê emê bera serê te bidin.’ Ji ber vê gefa wan ez neçar mam ku rawestim. Destên min paşve kelepçe kirin. Dûre ez rakirim û bi hişkanî li wesayîtê xistim û li ser min lêgerînin pêk anîn. Polîsan piştre bi zorê li wesayîtê siwar kirim û di hûndirê wesayetê de îşkence li min kirin û gef li min xwarin.”
‘KINCÊN MIN KIRIN HINCETA BINÇAV KIRINÊ’
Toktak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di wesayîtê de ji min re gotin ‘Te bi çeke kesek tehdît kiriye. Tu ixbar kirî. Ji bo vê me tu girtî binçavan.’ Bi vê yekê xwestin min bitirsînin. Dinava wesayîtê de gef û tundiya fîzîk bedewam kirin. Dema min got ezê herim nexweşxanê, rapora derbê bigirim û serlêdana sûc bikim, ez birim nexweşxanê. Bijîşkê ez muayene kirim, bi tu awayî nehiştin em gel hev biaxivîn. Li gorî daxwaza xwe rapor bi bijîşk dan nivîsan û polîsan rapor bi xwe re birin. Dûre ez ji vê derê birim Midûriyeta Polîsan a Rezanê. Li vê derê ji min re gotin ‘Ji ber kincên te li xwe kirî me tu biçav kir.’ Dema îfadeya min girtin jî, heqaret li min kirin û gef li min xwarin. Girtekek amade kirin. Li ser min pantolan xakî, tîşortek gewr û qazaxek hebûn. Polîsan got ger tu vê girtekê îmze nekî emê te bernedin. Ez jî neçar mam ku girtekê îmze bikim.”
‘DEMA MIN XWEST RAPOR BIGIRIM AGAHÎ DAN POLÎSAN’
Toktaş, da zanîn ku dûre serbest hat berdan û wiha bilêv kir: “Ji vê derê ez çûm Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Min xwest rapora derbê bigirim. Lê bijîşkê peywirdar agahî da polîsan. Ji ber vê sedemê min bi bijîşkre nîşaş kir. Min jê re got ‘ez nexweşim. Sonda we ya hîpokratê heye. Li şûna ku hûn min muayene bikin, hûn agahiyê didin polîsan. Polîsên hatin numareya telefonê ji min xwestin. Dûre ez çûm Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û min piştgiriya hiqûqî xwest. Piştî serlêdanê, ji Midûriyeta Polîsan a Rezanê bi telefonê li min geriyan û dîsan ez bangî îfade dayînê kirim.”
‘CIWAN BAWER DIKIN’
Toktaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Desthilatdar tu kesên mûxalîf naxwaze. Pir hişk nêzî kesên mûxalîf dibe. Bi taybetî vê li Amed û Kurdistanê dikin. Ji ber ku ji ciwanên van deran ditirsin. Em gelek caran rastî polîtîkayên êrîş û tirsandinan tên, lê tu êrîş nikarin me ji xebata me dûr bixin.”