STENBOL – Hevseroka Giştî ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn bal kişand ser têkoşîna mafê mirovan û got: “Têkoşîna mafê mirovan ji bo me êdî bûye şeklê jiyanê. Divê em bêtir derkevin kolanan.”
Lîjneya Giştî ya 19’emîn a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 2 roj dom kir û parêzer Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Parêzer Eren Keskîn a ji nû ve ji bo hevserokatiya giştî hat hilbijartin ji bo dê di demên pêşiya xwe de çi bikin nirxand.
‘DEV JI VÊ TÊKOŞÎNÊ NAYÊ BERDAN’
Keskîn bal kişand ser têkoşîna dûr û dirêj a mafê mirovan û wiha got: “Têkoşîna mafê mirovan êdî ji bo me bûye şeklê jiyanê. Piştî demekê şûn ve êdî tu jiyanek din nafikirî. Ev demek dirêje di nava tevgera mafê mirovan de me. Hevalên me xwestin ez bibim hevserok û min jî qebûl kir. Em her tim di pêvajoyên dijwar de derbas dibin. Em dîsa di pêvajoyek dijwar de dijîn. Her çiqas rêbazên dewletê guherîbin jî lê feraseta pêvajoya zextan heman e û didome. Ji ber vê yekê jî têkoşîna mafê mirovan ne têkoşînek dev jê bê berdan.”
‘XWEGINADINA ME YA GEL KÊM DIMÎNE’
Keskîn da zanîn ku ew wek ÎHD’ê gelek kêmasiyên wan hene û wiha got: “Tişta em têde kêm man a herî girîng ew e me zêdetir dengê xwe nagihînin girseyan. Çimkî pergalek totaliter a dewletê heye. Yanî dewlet hemû argûmanên xwe bikar tîne û dixwaze gel jî bişibîne xwe û wan wisa bide bawerkirin. Însanan bi bîrdoziya fermî dixwaze bi dîrokek derewîn bide bawerkirin. Em jî li dijî vê têkoşîna mafê mirovan birêve dibin. Em jî derewên wan diderewînin. Lê tu nikarî dengê xwe têr û tije ragihînî. Sedemê vê yekemîn pêşîgirtina me ye. Pêşîgirtina me ya ji aliyê pergala fermî ve, xwegihandina me ya gel jî gelek kêm dibe.”
‘BÊTIR EM Ê LI KOLANAN BIN’
Keskîn destnîşan kir ku ew ê li dijî her pêkitû û zextan dê hin bêtir derkevin holê da ku kêmasiyên xwe ji holê rakin û ji bo ew xwe bigihînin her binpêkirina mafê mirovan dê li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.
Keskîn bal kişand ser qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê û got: “Deng, daxwaz û qêrîna dayikan tirsiyan. Ji bilindbûna dengê kolanan tirsiyan. Wê têkoşîna me û dayikan bi hev re dewam bike.”
‘JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ TÊKOŞÎN’
Keskîn anî ziman ku yek ji plansaziya xebata wan sereke ku balê bikişînin serê girtiyên nexweş û rewşa girtîgehan e û li her girtîgehê binpêkirina mafê mirovan diqewime û ew ê ji li dijî vê yekê têkoşîna parastina mafê mirovan dewam bikin.
Keskîn diyar kir ku ji bo ew bi şeklê jiyanê li têkoşîna mafê mirovan dinêre dê tu demê dest ji parastina maf bernede.
MA / Sadiye Eser