RIHA - 2 sal in qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşarê hatiye kirin. Bi tayînkirina qeyûm re, di bin navê "xizmetê" de kuçe û kolan veguherîne qulên xiltan.
Di 12'ê Kanûna 2017'an bi ferama Wezareta Karên Navxweyî Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn jî di nav de gelek xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin. Hevşaredar Cîn hat girtin û Qeymeqamê Navçeyê Omer Çîmşît wekî qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin, avahiya şaredariyê bi blokên betonî hat girtin.
NAVÇE VEGUHERÎ ŞANTIYEYÊ
Qeyûm çawa hat tayînkirin, ewilî saziyên jinan girt. Paşê dawî li pergala hevserokatiyê anî û 135 karker ji kar derxistin û paşê meclîsa şaredariyê rawestan. Qeyûm projeyên şaredariyê yên nîvcomayî wekî xizmeta wî be pêşkeşkirin. Tişta ku qeyûm li navçeyê kiriye ew e ku, navçe veguehrand şantiyeyê. Li taxên anvendî Yenîşehîr, Kişla, Hurriyet û Kaleyê û li Kolana Karacadagê dest bi xebtaên nûkirina kolanan hat kirin. Lê belê du sal derbas bûne ev xebat hîna jî nehatine temamkirin. Kuçe û kolanên sereke ji bo DEDAŞ, Turk Telekom û gaza xwezayî gelek caran hatin kolandin û her ku hatin kolandin bia wayekî nîvco hatin hiştin. Bi vî awayî hema bêje hemû kolan û kuçeyên navçeyê veguherîne qulên xiltan.
ŞAREDARÎ BI BLOKÊN BETONÎ HATIYE DORPÊÇKIRIN
Piştî qeyûm hat atyînkirin avahiya şaredariyê bi blokên betonî hat dorpêçkirin. Her wiha li têketin û derketina şaredariyê 24 saetan polîs nobedê digirin û li gelek deverên bajêr û şaredaryê alayên tikr hatine daliqandin. Welatiyên diçin şaredariyê jî di 2 noqteyên lêgerîn de derbas dibin. Li noqteyekê polîs lêgerînê dikin û li noqteya din jî welatî di amûra X-Rayê re derbas dibin.
Piştî qeyûm hat tayînkirin avahiya şaredariyê jî di nav de li gelek deverên navçeyê; li hal, navenda çandê, otogar, kompleksa sporê, bazara genim û li hin kuçe û kolanan alayên tikr hatin daliqandin. Qeyûm li esnafên navçeyê jî ferz kir ku alayên tirk daliqîne, lê belê esnafan destnîşan kir ku ew ê tu carî vê yekêq qebûl nekin.
MA / Erdogan Alayumat