'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'

  • rojane
  • 09:17 9 Mijdar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - 2 jê girtî 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Manîsayê name ji ÎHD'ê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. 

Li Girtîgeha Tîpa M a Manîsayê, girtiyê nexweş Ozgur Bektaşoglû (43) ku ji sedî 52 berasteng e û felcî ye û girtiyê nexweş Mehmet Tekîn ku tûmor di mêjiyê wî de ye û Şemsettîn Erdem û Ozgur Çelîk name ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. 
 
LÊGERÎNA TAZΠ
 
Girtiyan di nameya şandin de gotin: "Der barê me de tu cezayê dîsîplînê tune ye, lê îdareya girtîgehê em xistin hucreya A-24 ku jê re dibêje qawîş. Li girtîgehê li qawîşa C-16'an girtiyên siyasî hene. Cih li qawîşa C-16'an heye, lê nahêlin em biçin wir. Kapasîteya qawîşa C-16'an 20 kes e, lê niha 13 kes lê dimînin. Îdareya girtîgehê derpêş dike ku cih lê tune ye. Ji roja ku em anîne Girtîgeha Manîsayê em bi îşkenceya fizîk û derûnî re rû bi rû ne. Ji ber hevalê me Şemsettîn Erdem li hemberî îşkenceya tazî derketiye wî ji ser hiş birine. Bi gefxwarinê lêgerîna tazî li hevalên me yên din jî ferz kirine. Hema bêje her roj di dema jimariyê de bi darê zorê girtiyan radikin ser piya. Carinan li ber çavê midûrê girtîgehê û bi fermana wî em tên îşkencekirin." 
 
'ARMANC ŞEWITANDINA ÎNFAZAN E' 
 
Girtiyan destnîşan kir ku ji bo vê wan serî li Serdozgeriya Komarê daye, lê belê hîn jî serlêdana wan nehatiye bersivandin û gotin: "Hema bêje her roj bi îdiaya em li hemberî jimariyê derdikevin û dirûşmeyan berz dikin lêprisîn tên destpêkirin û cezayê dîsîplînê tê birîn. Heta niha der barê her hevalekî de 7-8 lêprisîn hatine vekirin û herî kêm jî 4 cezayên dîsîplînê. Piraniya cezayan ên ragihandin û serdanê ne. 10 roj cezayê dîsîplînê li hevalê me Şemsettîn Erdem birîn. Li gorî girtekên tên nivîsandin der barê me de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin. Wê gelek ceza bên birîn. Bi vê yekê armanca îdareyê ew hem serî bide tewandin hem jî înfazên me bişewitîne. Herî dawî di 2'yê Mijdarê de serê sibehê bi fermana midûrê duyem ê girtîgehê 10 deqeyan em hatin îşkencekirin. Destê me ji paş ve xwar kirin û serê me dan erdê. Wexta me dirûşme berz kirin, careke din îşkence kirin. Heta niha bi vî awayî em 3-4 caran hatine îşkencekirin. Midûrê yekem ê girtîgehê bi hinceta daxwaza me yan jî daxwaznameyên me tune ne, nahêle em hevdîtinê bi dozger re çêbikin. Herî dawî di 5'ê Mijdarê de daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi dozger re hat qebûlkirin. Hevalê me Ahmet tekîn ji bo hevdîtinê çû û tiştên tên serê me ji dozger re gotin, lê belê êvarê di heman rojê de gardiyanan bi awayekî tund êrîşî me kirin. Wexta jimariyê bi kamerayan dikevin hudnur û dibêjin 'rabin ser piya' û paşê kamerayê digirin û êrîşî me dikin. vê siehê (7'ê Mijdarê) midûrê duyem tevî çend sergaridyan û 20 gardiyanan hat û heman tiştt kirin." 
 
AVA GERM, SANDALYE TUNE NE 
 
Girtiyan, di nameya xwe de diyar kirin ku êvara 6'ê Mijdarê xwarin nedane wan û sibeha 7'ê Mijdarê jî dest danîne ser sandalyeyên wan. Girtiyan got: "Ev çewisandin her diçe zêdetir dibin. Yanî tu ewlehiya me tune ye. Di mêjiyê hevalê me Mehmet tekîn de tumor heye û di hucreyê de ye. Hevalê me Ozgur Bektaşoglû jî felcî ye û rapora wî ya ji sedî 52 berasteng e heye û di dema jiamriyê de bi darê zorê vî hevalê me radikin ser piya û ew îşkence dikin. Berê jî ji bo evan pirsgirêkan me serî li hin saziyan dabû, lê em nizanin ka ji bo vê tiştek hatiye kirin an na. Lê her roj gef li me tên xwarin. Ji ber ava germ li hucreyê tune ye em bi ava sar serê xwe dişon. Nêzî mehekê ye em niakrin biçin revîrê. Hin derman hene divê em wan bi kar bînin, lê her çend me daxwazname nivîsand jî nadin. Wisa dixuyê piraniya daxwaznameyên me nagihên cihê xwe û yên qetandin." 
 
Girtiyan di nameya xwe de ji bo rewşa navborî bang li raya giştî û saziyên civaka sivîl kirin. 
 
MA / Ruken Demir
 

Sernavên din

12/11/2018
12:17 Karkerên Greifê piştî 4 salan ji nûve tên darizandin
11:36 Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’
10:28 Parêzera Guven: Serdestên hiqûqê nahêlin Guven bê berdan
09:55 Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir
09:04 Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike
09:04 ‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin'
09:03 ‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan'
09:02 Wê SKM jinên hatine kuştin bi bîr bîne
09:01 ‘Wê qeyûmên nelirêtî kirine bên darizandin?'
09:01 Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2018'AN
11/11/2018
17:56 Li Çewlîgê 26 herêm hatin qedexekirin
17:31 Dayika Mazlûm Dogan mir
17:17 Di serdegiritna malê de, ji ber bombeya gazê şewat derket
16:59 Rêxistina HDP’ê ya Enqerê rêveberiya xwe nû diyar kir
16:38 Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin
15:57 Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye
15:41 Li Gabarê teqîn: 2 leşker mirin û 5 leşker jî birîndar bûn
15:14 PSK: Helwesta me dê rê li ber demokrasiya alternatîf veke
14:53 HDP: Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin!
13:41 Koçyîgît di Kongreya Kedê de axivî: Dem dema têkoşînê ye
12:44 Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in
11:44 'Ji ber kombûyîna Kongreya Ciwanan êrîş dikin'
11:11 Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin
10:59 Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Aydin hat girtin
09:13 Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat
09:12 Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê
09:11 Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be
09:09 Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor
09:07 'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’
09:05 ‘Em ê bi pêşnûmeya nû temamî bên îzolekirin’
09:03 Ji 169 dozên Çapan 15 doz teqez bûn
09:02 Ji Colemêrgê bo Guven destek: Em li gel têkoşîna wê ne
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN
10/11/2018
20:24 Li Agirî 7 kes hatin girtin
16:40 5 kes li Îzmîrê hatin binçav kirin
16:33 Xizmên windayan: Çiqas biêşe ku em hîna jî li hestiyên xwe digerin
16:32 Lêpirsîna greva birçîbûnê ji bo Guven hat destpêkirin
16:12 Oluç: Yên îdia dikin bila di eynikê de li xwe binêrin
15:50 Jinan pirtûka 'Di Siyaseta Kurde Rengê Mor ê Jinan' îmze kirin
15:29 Xwestin girtiyê astengdar Erbîlek demildest bê berdan
15:24 Dayikên Şemiyê ligel qedexeyan jî aqûbeta Yazici pirsîn
15:14 ‘Bila girtiyê nexweş Yilmaz Suncak bê berdan’
14:39 Namzeta HDP’ê Kaya hat binçavkirin
14:24 Platforma Zimanê Kurdî ‘komên xebatê’ ava kirin
Platform: Bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
14:14 37’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî hat vekirin
13:52 Girtiyan biryara DYA'yê ya derbarê PKK'iyan de girt şermezar kirin
13:36 Ji girtiya nexweş Tokmak parçe girtin
13:25 Serlêdana wasiyê Ocalan hat redkirin
13:07 Tosun a HDP’î bi jinên Îzmîrê re hatin gelhev
12:34 Polîsên çûn mala rojnameger Nazlim gef li malbatê xwarin
12:16 Li Şemzînanê 7 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
11:58 Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de ma
11:26 Piştriya ji bo Leyla Guven berdewam dike
11:13 Li şûna polîsên hatin teşhîskirin, doz li gundiyên hatin îşkencekirin vekirin
10:32 Şerê namzetan ê dinavbera qeyûm û AKP’iyan de!
09:42 'Divê DMME li dijî qedexeyan helwesta xwe nîşan bide’
09:29 81 sal derbas bûn: Êdî daxwaza tiştekî ji vê dewletê nakin
09:29 Hevşaredar Baran pêkanînên li girtîgehê yeko yeko gotin
09:28 Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin
09:27 Wê malbata zarokê ku gardiyan hewl da wî bifetisîne, gardiyan gilî bike
09:26 Parêzer e, lê nikare serdana muwekîlên xwe bike!
09:25 Qeyûm navê Orhan Dogan jê bir, peykerê Xanî rakir
09:24 Wê di 25'ê Mijdarê de jin alaya azadiyê ya 'Xwişkên Mirabel' bilind bikin
09:23 Odeya Bijîşkan a Îzmîrê: Maddeya 5'an destpêka şideteke nû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN
08:25 Qedexeya derketina derve ya Licê hat rakirin
09/11/2018
21:23 Li binkeya leşkerî teqîn: 25 leşker birîndar bûn, 7 jê winda ne
20:04 Sîsê Bîngol dîsa birin girtîgehê
16:37 Walîtiya Amedê ‘platforma’ Tahîr Elçî hişyar kir
15:48 Jinên Wanî piştgirî dan Leyla Guven
15:39 Odeya Avahîsazan: Bila xwediyên avahiyên tescîlkirî yên Sûrê serî li darazê bidin
15:02 ÎHD’ê encamnameya xwe ya Desteya Giştî eşkere kir
15:01 EKSK’ê ji Erdogan re faks şand: Komîsyona OHAL’ê betal bikin
14:37 Gezen: Rêya me dirêj e lê serkeftin a me ye
14:13 Daxwaza girtina polîsê Turan ê 16 salî kuşt hat redkirin
13:36 Destûr nedan Bêkes Tunç biçe DMME’yê
13:25 Kubîlay: Bi bernameya 100 rojî krîz kûrtir bû
13:13 AYM’ê serlêdana Çaglar Demîrel red kir
13:01 Li Licê qedexe û operasyon didome
12:56 Li Îzmîrê 9 kes hatin binçavkirin
12:51 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Guven ji bo rojên ronahî ev sekin nîşan da
12:37 Girtiyê nexweş Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin
12:05 Weşanxaneyên Kurd ji bo fuara Stenbolê amadene
12:04 Li Pilemûriyê û Pêrtegê 8 kes hatin binçavkirin
11:40 Ozbek: Em ê daxwaza berdana Sîsê Bîngol bikin
11:24 Wesiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:05 8 rojên Sîsê Bîngol li nexweşxanê teman bûn
11:04 Partiyên kurd û zimanzan di komxebata ziman de dicivin
10:43 Dermankirina girtiyê nexweş bi boneya ‘diravdanî tune ye’ nayê kirin
10:33 Di serdegirtina malê de akademîsyên Yîgîter hat binçavkirin
10:23 Qeyûmê ku pere xwar şaredariyê deyndar kir
10:22 Ji Bakirkoyê 15 jin sewqî Qeyseriyê kirin
10:13 Ji ber kincên li xwe kiribûn hat binçavkirin û derp kirin
09:56 Keskîn: Divê em bêtir derkevin kolanan
09:23 ‘Di sê salan de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye'
09:21 Wêranşarê veguherandin kuna xiltan
09:20 Koçerên li Feraşînê vedigerin
09:19 Şahid got 'nas nakim' lê dadgehê dîsa jî 9 sal ceza li Baranê birî
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir