MÊRSÎN - Partiyên siyasî yên li Mêrsînê, diyar kirin ku wê bi têkoşîna hevpar serkeftin çêbibe û gotin: "Di van şert û mercên ku AKP-MHP bi hev re tev digerin, bi awayekî parçebûyî ketina me ya hilbijartinê wê bi kêrî bajêr neyê."
Ji bo hilbijartina herêmî partiyên siyasî amadekariyên xwe didomînin. Partiyên siyasî ên li bajêr behsa xebatên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî kir.
DBP: EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BI DEST BIXIN
Hevserokê DBP'a Mêrsînê Munîr Guzel, bal kişand ser girîngiya hilbijartina herêmî û destnîşan kir ku ji bo ew şaredariyên xwe yên qeyûm tayînî wan hatine kirin bistînin ew bênavber dixebitin. Guzel got: "Em ê nehêlin kes li ser şaredariyên ku me bi hêza xwe bi dest xistin hesab û kîtaban bikin. Em ê tu carî vê êrîşa li hemberî vîna xwe qebûl nekin. Em ê şaredariyên bi qeyûman hatin desteserkirin hemûyan bi dest bixin. Ji bo vê em dixwazin gelê me jî ji bo vê dengê xwe li dengê me zêde bike."
‘HERÊMA ÇÛKÛROVAYÊ HERÊMEKE GIRÎNG IN'
Guzel, destnîşan kir ku divê hemû sazî bi ruhê seferberiyê ji bo hilbijartinê tev bigerin û ew ê wekî pêkhateyeke HDP'ê tev li vê hilbijartinê bibin. Guzel got: "Hevşaredarê me Fazil Turk hîn jî girtiye. Ji bo me herêma Çûkûrvayê herêmeke girîng e. Di vê serdemê de jî em talibê Şaredariay Akdenîzê û yên din in. Vîna me vîneke pir xurt e. Me ev yek di hilbijartinên giştî de jî nîşan da. Potansiyela me ya dengan li holê ye."
HDP: EM Ê BI TÊKOŞÎNA JINÊ BI SER BIKEVIN
Hevseroka HDP'a Mêrsînê Zelal Onen jî, destnîşan kir ku divê hemû sosyalîst, demokrat û hêzên demokrasiyê bi hêzên demokrasiyê yên kurd re bibin yek û bitêkoşin. Onen, diyar kir ku qeyûm antîdemokratîk in û tenê tayînî şaredariyan nehatine kirin, tayînî mafên jinan jî hatine kirin. Onen, diyar kir ku ewê bi têkoşîna jinê şaredariyan dîsa bid est bixin. Onen, got ji bo hilbijartina herêmî ew tax bi tax, kuçe bi kuçe bi hevdu re dixebitin.
LI DIJÎ BLOKA AKP-MHP'Ê TÊKOŞÎNA HEVPAR
Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik jî, diyar kir ku wan ji bo hilbijartina herêmî dest bi amadekariyan kiriye û got: "Wê gel li hemberî bloga faşîst a îktîdara AKP-MHP'ê vê rewşê biguherîne. Gel hêviya rêveberiyeke herêmî ya bibe bersiva hemû pêdiviyêngel ji derdorên siyasî dike. Dînamîk û partiyên siyasî yên li Mêrsînê hay ji vê yekê hene. A dikeve ser milê me jî ew e, em bibin ebrsiva vê yekê. Em dixwazin gelê Mêrsînê xwedî li vîna xwe derkeve û dixwazin şaredariyên ji bo wan xizmetê bikin hilbijêrin. Em xwe, bajarê tev de bi rê ve bibin. Ji bo vê jî hilbijartina herêmî firsendeke girîng e."
EMEP: WÊ HEVKARÎ ME BER BI SERKEFTINÊ VE BIBE
Serokê EMEP'a Mêrsînê Mehmet Taşçi jî diyar kir ku nêzî mehek e wan ji bo hilbijartina herêmî dest bi xebatan kiriye. Taşçi diyar kir ku divê tu kes berbayî gotina "Îtifaqa Cumhûr xera bû" nekeve û got: "AKP, li bajarê ku wê bi ser nekeve wê bi dizîka ew û MHP'ê li hev bikin û bi tevkarş tev li hilbijartinê bibin. Di van şert û mercên ku AKP-MHP bi hev re tev digerin, bi awayekî parçebûyî ketina me ya hilbijartinê wê bi kêrî bajêr neyê. DIvê em jî li hemberî AKP'ê bi hêzên demokrasiyê re bi awayekî hevapr ber bi hilbijartinê ve biçin. Wê hevkarî me ber bi serkeftinê ve bibe."