RIHA – Şerîf Mesutoglu yê bi hinceta kuştina qeymeqamê Derikê Fatîh Safiturk ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Derikê hat kirin, cezayê 2 car muebet û 18 sal hepsê lê hatibû birîn. Mesûtoglu ji bo vî cezayî protesto bike dest bi rojiya mirinê kiribû û li ser hewldana Baroya Rihayê dawî li çalakiya xwe anî.
Di 10’ê mijdara 2016’an de qeymeqamê navçeya Derîka Mêrdînê Fatîh Safiturk ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Derikê hatibû kirin, di encama teqînek li şaredariyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê gelek kes hatin girtin û darizandin. Doza di 22’ê cotmehê de hat dîtin dadgehê bi hinceta kuştina qeymeqam cezayê 2 car û 18 sal li Şefê Karê Nivîsan ê Qeymeqamiyê Şerîf Mesuoglu birî. Mesutoglu ji bo vê biryarê protesto bike dest bi rojiya mirinê kiribû. Hat ragihandin li ser hewldanên Baroya Rihayê Mesutoglu di roja 19’emîn de dev ji çalakiya xwe ya rojiya mirinê berda.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û heyeta pê re bi destûra Serdozgeriya Komarê ya Rihayê çû Girtîgeha Siwêregê û Mesutoglu ziyaret kir. Piştî hevdîtinê Mesutoglu dev ji çalakiya xwe berda û wî rakirin nexweşxaneyê. Piştî kontrolê tenduristiyê Mesutoglu carek din şandin hepsê. Hat zanîn ku rewşa tenduristiya Mesutoglu baş e.