STENBOL - Parêzer Ercan Kanar, di doza darizandina parêzerên qedexeyên derketina derve û bûyerên li Cizîrê rû dan, şermezar kirin de parastin kir û got: “Li Cizîrê li dijî mirovaniya sûc hat kirin. Divê kesên li dijî mirovahiyê sûc kirin bên darizandin. Me mafê xwe yê rexnekirina demokratîk bi cih anî.”
Hiqûqnasên Tevbera Hezîranê ya Yekbûyî, Koma Parêzerên Hemdem, Komeleya Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Daîreya Hiqûqî ya Malagel, Parêzerên Demokratîk ên Azadixwaz û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, di 15’ê Îlona 2015’an de li Qada Tunel a navçeya Beyoglu ya Stenbolê, li dijî qedexeya derketina derve û bûyerên li navçeya Cizîra Şirnexê hatin jiyîn çalakî pêk anîbûn û şermezar kiribûn. Dûre derbarê 18 parêzên beşdarî çalakiyê bûn de, bi îdîayên “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Beşdarî çalakiyên dij qanûnî bûyîn” doz hat vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek parêzesr û şandeyek navneteweyî ya ji Fransayê hatibû doz şopandin. Piştî danasîna nasnameyan, danişînê bi parastina parêzeran dest pê kir.
Parêzer Gokmen Yeşîl, di parastina kir de wiha axivî: “Em di pêvajoyek pîşeyî ya zêde re derbas dibin. Ji ber vê wextek din jî dixwazin.”
'EZ IFADEYA XWE NÛ DIKIM'
Parêzer Can Atalay dûre parastin kir û wiha go: “Ez îfadeya xwe ya min di dema lêpirsînê de dayî dubare dikim. Ez tu sûcên ser xwe qebûl nakim. Ez nafikirim ku min sûc kiriye.”
'DENGÊ AZADIYÊ ZÊDETIR DERXISTIN’
Parêzesr Ercan Kanar jî, diyar kir ku ew parêzerên hiqûqnasin û wiha axivî: “Em parêzer li aliyekê maseyê rastiyan û li aliyê din ê maseyê jî pênûsa xwe datînin. Parêzerên hiqûqnas, tim li dijî şer, komkujiyan, dîktatoran, faşizmê, şovenizm û jenosîtê derdikevin. Li hemû deverên cîhanê wekheviya mirovan diparêzin. Ji bo bilindkirina dengê azadiya em weke erka xwe dibînin. Ev di xwezaya pîşetiya me de heye. Di hemû şoreşande, parêzerên hiqûqnas pêşengtiyê dikin û nabin maşikê desthilatdariyê. Ev doz, di warê hiqûqa Tirkiyeyê de, doza herî şermê ye. Dozgerê ev îdîaname amadekerî, weke barêzerê desthilatdariyê amade kiriye. Serokê dewleta ku darazê weke şûr bi kar tîne, dibêje ‘Em ê darazê serbixwe bikin.’ Ew bi xwe bi vê gotina xwe îtîraf dike ku daraz ne serbixwe ye. Pêdiviya erdnîgariya me bi dadgerên hiqûqê diparêzin hene. Li Cizîrê sûcê mirovahiyê hat kirin. Sûçê li dijî aştî û mirovahiyê, ji sûcê şer girantire. Ev sûcên sûcane.”
'LI CIZÎRÊ ÇÎ BÛ?'
Kanar, di dewama parastina xwe de wiha bilêv kir: “Gelo li Cizîrê çi bû? Gelek sazî û dezgenên mafên mirovan li wê derê lêkolîn kirin. Ligel ku destûr nehat dayîn bikevin nava bajêr jî, dîsan gelek rapor amade kirin. Sivîl bi awayekê pergalî û belavbûyî hatin înfazkirin. Miror, mal, sewal û zarok hatin gule barankirin. Di dema qedexeyan de şebekeyên avê teqandin û bi zanebûn av li ser welatiyan hat qûtkirin. Çekên giran hatin bikaranîn, trafo hatin teqandin û hêzên ewlekariyê ceyran birîn. Destûr nehat dayîn li mizgeftan mela bang bikin. Sekvan li minareyên mizgeftan hatin bi cih kirin. Ketin û derketina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin. Gelê Cizîrê travmaya derûnî derbas kirin. Bi zanebûn delîl jêbirin. Hat tespîtkirin ku hemû kesên hatin kuştin mirovên sivîlbûn. Destûr nehat dayîn cenazeyên kesên hatin kuştin, bên definkirin û buzdolaban de hatin parastin. Dibistan kirin qereqol.”
Kanar, di dawiya parastina xwe de wiha got: “Divê kesên sûcên mirovahiyê kirin bên darizandin. Me di wê çalakiyê de xwest mafê xwe yê demokratîk ê rexnekirinê bi kar anî. Ger em li dijî van pêkanînan dernekevin, gelo dê kî derbikeve?”
Şandeya dadgehê, ji bo parêzer parastina xwe bikin, wext da û danişîn taloqî 19’ê Sibata 2019’an kir.