STENBOL – Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum di hefteya 78’emîn a Nobeda Edaletê de axivî û got: “Binçavkirin û girtin nikarin hêza berxwedana me tune bikin.”
Parêzer bi armanca hempîşeyên wan girtî bên berdan çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê dewam kirin. Parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê Zuleyha Gulum û Oya Ersoy beşdarî çalakiyê bûn û parêzeran di çalakiyê de pankarta “Ji bo her kesî edalet” hildan.
Di çalakiyê de ewil parlamenter Zuleyha Gulum axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zilm û zextan ji bo edaletê bînin hatine gel hev û got: “Di serdema OHAL’ê de mafê bingehîn û azadiyê ji binî hat rakirin. Dibêjin OHAL rabûye lê qanûnên OHAL’ê li Meclîsê dikin qanûn. Em bi desthilatdariyek ji serdema OHAL’ê bêtir zextan dike re hevrû ne. Li her deverê li dijî azadîxwaz, demokrasîxwaz û aştîxwazan pêla binçavkirin û girtinan didome. Ji ber polîtîkaya 16 salan a destilatdariyê welat ber bi krîzek kûr ve çû û zextan zêde kir. Lê tu zext, binçavkirin û girtin nikare hêza bexwedana me tune bike. Teqez wê rojekê rastî derkevin holê.”
UNSAL: HIQÛQ NÎNE LÊ BERXWEDAN HEYE
Piştî Gulum, parêzer Dîdem Baydar Unsal jî axivî û anî ziman ku ew ê li her deverê têkoşîna edaletê xûrt bikin û got: “Ji ber em karê xwe dikin, me ji salonên dadgehan diqewirînin. Em di pergalek ku hemû mafên parastinê hatine tunekirin, parêzeriyê dikin. Lê em ê kêliyek jî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Li dijî neheqiyê em ê serî netewînin û em ê vê pergalêr rast bikin. Em ê li dijî neheqiyê bêdeng nemînin. Hiqûq tune ye lê yên li ber xwe didin hene.”