STENBOL – Bi hinceta parvekirinên medya civakî derbarê hunermend Ferhat Tunç de, bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin” dozekê nû hat vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Buyukçekmecê derbarê hunermend Ferhat Tunç de îdîanameyk nû amade kir. Di îdîaname de hat diyar kirin ku Tunç li ser medya civakî heqaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye û dê bi sûcdariya “Heqaret li serokkomar kirin” bê darizandin. Îdînameya derbarê Tunç de hat amadekirin, ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eslî ve hat qebûlkirin.