Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin divê gelên Tirkiyeyê bên gel hev û got: “Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye. Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê demê lazim e em rêya nefes sitendinê bi hev re bibînin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de bersiva pirsên ajansa me Mezopotamyayê da. 
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI CIZÎR Û COLEMÊRGÊ DE DERBAS DIBE’ 
 
Temellî destnîşan kir ku ew di çarçoveya xebatên hilbijartinê û serdana bajaran de çû li gelek bajarên herêmê geriya û got: “Ez çûm Roboskî, Şirnex, Qileban, Silopî, Colemêrg û Batmanê. Hêj birîna Roboskî taze ye. Yek ji êşa herî mezin a li ser vê axê ye. Her kes her sibe bi 34 canên xwe şiyar dibin û her êvar wan didin axê. Dema tu diçî van bajaran mirov resmê zilmê dibîne. Li her deverê tu ji aliyê polîs û eskeran ve têyî rawestandin û hildidin lêpirsînê. Zîhniyetek wisa ye ku hemû jiyana asayî ji destê mirovan girtiye. Heke Tirkiye li aştiya xwe digere, yek ji rêyên aştiya civakî di Cizîr, Şirnex, Qileban û Colemêrgê de derbas dibe.” 
 
‘GEL AŞKERE DIBÊJE EM SERÊ XWE NATEWÎNIN’ 
 
Temellî bal kişand zextên li ser civakê û got: “Gel pir aşkere dibêje ‘ez gelek ji bo nasname û azadiya xwe mirî me. Ez tawîzê nadim vê yekê. Heta hûn dixwazin tundî, zext û zilmê bikin lê belê ez di vê mijarê de serê xwe ji te re natewînim. Çimkî ziman û nasnameya min û feraseta jiyana min ev e. Ez bi vê têkoşînadayîna xwe heme.’ Mirov tevî hemû zext û zordariyan jî bîr, bawerî, vîn û hêza gel dibîne.” 
 
‘GEL QEYÛMAN NAXWAZE’ 
 
Temellî da zanîn ku herî zêde gel li dijî qeyûman bi bertek û gel kêliyek jî qeyûman û polîsan li avahiyê şaredariyan naxwaze. Temellî got gel li dijî van pêkanînên qeyûman û desthilatdariyê bi bertek e û avahiyên şaredariyan şiband avahiyên qereqolên polîs û eskeran. 
 
‘OSO LI EFRÎNÊ ÇI DIKE, QEYÛM JÎ HEMAN TIŞTÎ LI VIR DIKE’ 
 
Temellî bal kişand ser nelirêtiyên qeyûman ên bi raporên Dîwana Musahebetê re derketin û got: “Li Efrînê çawa bi destê çeteyên OSO talana zeytûnan pêk tê û dest datînin ser her tiştî û ku Tirkiye jî difiroşe, heman tiştî qeyûm jî îro li vir dikin. Dest danîne ser mal û milkên gel û li gorî dilê xwe difiroşin. Lê bila baş dizanibin em ê wan şaredariyan hemûyan yek bi yek ji wan bistînin û wan ji wir biqewirînin.” 
 
‘EM Ê ÎTÎRAZAN RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Temellî diyar kir ku ew ê nelirêtî û diziya qeyûman ji her kesî re vebêjin û got: “Divê her kes bi awayek hevpar bertek li dijî vê niyeta xerab nîşan bide. Peywîra me jî ew e ku em van îtîrazan birêxistin bikin. Em ê jiyanek ku her kes dixwaze bi hev re bijî ava bikin û Komarek Demokratîk biafirînin.” 
 
‘JI BO DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ HILBIJARTIN GIRÎNG IN’ 
 
Temellî anî ziman ku hilbijartina herêmî ya 31’ê adara 2019’an ji her hilbijartinên din cudatir e û wiha dewam kir: “Ji bo demokrasiya herêmî dibe ku bibin gavên demokratîkkirina welat. Ji ber dibe ku destpêk be. Heke di hilbijartina herêmî de muxalefeta civakî, hêzên ked û demokrasiyê û gelê me encamek baş bi dest bixe, di eslê xwe de wê bibe gavê pêvajoyek girîng a ji bo parlamento xwe ji nû ve ava bike. Ji em xwe ji vê feraseta yekperest xelas bikin, ev hilbijartin gelek girîng in. Ji ber ku niha li her cihên qeyûm lê hene ferasetek yekperest heye.” 
 
‘DEM DEMA BI HEV RE NEFES SITENDINÊ YE’ 
 
Temellî bal kişand ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên divê lezgîn bên çareserkirin û got: “Îro pirsgirêkên lezgîn bên çareserkirin li Tirkiyeyê hene. Pirsgirêka kurd û demokrasiyê ye. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin lazim e em hemû gelên Tirkiyeyê bên gel hev. Ev bangek xwezayî ya îtîfaqê ye.  Heke ev pirsgirêk me hemûyan difetisîne, wê çaxê dem dema em hemû bi hev re nefesê sitendinê ye.” 
 
‘EM Ê HEWZA NAMZETAN AVA BIKIN’ 
 
Temellî bal kişand ser diyarkirina namzetên şaredariyan jî û wiha got: “Wê hewza namzetê me pêk bê. Wê hemû dînamîkên herêmî tevlî vê hewzê yanî beşdarî pêvajoya namzet diyarkirinê bibe. Hewza namzetên me di çarçoveya rêgez, yekîtiya hêzê, hevdîtin û hevpariyê de hem bi rêya komîsyonên me herêmî û hem jî ya navendî dê pêk bê. Wê hin fîltreyên cûr bi cûr jî li ber çavan bên girtin. Pişt re li ser namzetên teqez heke em li hev bikin wê demê mesele nîne. Lê bes heke em li ser namzet nabin hevpar wê demê em ê vegerin û dîsa ji gel bipirsin.” 
 
‘JI BO HILBIJARTINÊ ÊRÎŞÎ ROJAVA DIKE’ 
 
Temellî bal kişand ser topbarana li dijî hin gundên bajarên Rojava û got: “Ez bi bîra we bixînim. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê her roj derdiketin û li dijî Qendîlê gef dixwarin. Armanca wî ew e ‘qehremaniyê’ biafirîne ku dengê xwe zêde bike. Niha em ketin qonaxa pêvajoya hilbijartina herêmî dîsa heman gefan li dijî axa Bakurê Sûriyeyê dixwe û dest bi topbaranê kiriye. Dixwaze xwe li ser nijadperestî û faşîzmê birêve bibe. Divê bi kurdan re aştî bê heyî kirin. Hem li hundir û hem li derve. Heta hûn vê rastiyê qebûl nekin hûn nikarin siyasetê bikin. Divê demildest dest ji êrîşên li dijî Rojava berdin.” 
 
‘YEKÎTÎ DÊ BAZARIYÊ RAWESTÎNE’  
 
Temellî bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û wiha got: “Yekîtiya Neteweyî ya Kurd mijarek gelek dereng jî maye. Heke kurdên li par parçeyan bi hev re neşêwirin û tabloyek giştî daneynin holê dê bazariya li dijî kurdan bi dawî nebe û pêşiya vê yekê neyê girtin.” 
 
‘RAKIRINA TECRÎDÊ VEKIRINA PÊŞIYA ROJHILATA NAVÎN E’ 
 
Temellî bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û wiha lê zêde kir: “Heke hûn tecrîdê rakin hûn ê pêşiya Rojhilata Navîn vekin. Ev mesele ewqas hêsan û zelal e. Ji bilî vê heta hûn dixwazin gotinan bikin, lê gotinên beredayî ne. Çimkî birêz Ocalan modelek nû pêşniyar dike. Dixwaze ji bo meseleya hebûnê çareserî bîne. Manîfestoya bi hev re jiyankirinê datîne holê. Ji ber vê yekê gelek bi qîmet e.” 
 
‘XELATKIRIN ÇARESER NAYNE ROJHILATA NAVÎN’ 
 
Temellî biryara xelatê ya DYA’yê ku derbarê hin rêveberên PKK’ê de girt jî nirxand û wiha got: “Her hal vana Texas difikirin. Berê filîmên wisa hebûn. Ji bo mirov bên girtin xelat dikirin. Bêguman nêzîkatiyên bi vî awayî bi tu awayî çareseriyê nayne Rojhilata Navîn. Bi aliyek xwe jî komîk e. Yên Rojhilata Navîn anîn vê rewşê hêzên süper ên Rûsya, Çîn û DYA ye. Xerxkirina şerê herî mezin a cîhanê dikin. Mirov êvarê dibihîzin ku xelatê danîne ji bo serê mirovan. Niha ev dişibe lîstîkek navîn. Divê mirov wan vexwîne midibûnê.” 
 
MA / Selman Guzelyuz – Bêrîvan Altan

Sernavên din

09/11/2018
09:18 Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir
09:17 'Bi fermana midûrê girtîgehê em tên îşkencekirin'
09:16 Partiyên siyasî yên li Mêrsînê ji bo hilbijartinê bal kişandin ser têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN
08/11/2018
17:54 Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo Komkujiya Enqereyê qebûl kirin
17:04 Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye
17:03 Mesutoglu dawî li rojiya xwe ya mirinê anî
16:10 Li dijî ‘Rejîma yek zilamî’ dê ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ pêk bên
15:57 Parêzer derketin pêşberî dadger: Divê kesên sûc kirin bên darizandin
14:50 Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir
14:39 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven
14:25 ‘Emê serî netewîn in’
14:24 Nobeda Edaletê di hefteya 78’emîn de dewam kir
14:01 Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin
13:58 Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin
12:57 Bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kirin’ doz li hunermend Tunç vekirin
11:43 Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hêjayî xelata 'Carl von Ossîetzky' hat dîtin
11:40 Temellî: Divê em bi hev re rêya nefes sitendinê bibînin
11:39 Parêzeran ji bo hevdîtina Ocalan cara 762'yemîn serlêdan kirin
11:25 Asya Bîbî hat berdan
10:54 Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir
10:45 Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin
10:31 HDP bi rojeva hilbijartina herêmî dicive
10:15 Katircioglu: Dibin nelirêtiyan de mirovên Erdogan derdikevin
09:20 Rêya dûbleyî ji bo sûrên Sûrê talûke ye
09:19 'Bêhiqûqîtiya li Şemzînanê bi hevkariya Ergenekon-AKP'ê didome'
09:18 Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye
09:15 Li bazara genim a herî mezin, esnaf ji betalî spiyan dikujin
09:14 Piştî qeyûm hat tayînkirin xaçerê çêkirin
09:14 Hem erzan e, hem jî bi tahm e: Kulîçeya Wanê
09:13 Çîroka sînorê çêker ê di navbera du gelan de
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2018'AN
07/11/2018
16:36 Başaran: Girtiyê nexweş Karatay li ber çavan mir
16:32 Girtî derneketin hevdîtina vekirî
16:05 Rêveberên DBP’ê ku ji ziyareta girtîgehê vedigeriyan qeza kirin
14:55 Koma HDP’ê xwest nelirêtiya qeyûman bê lêkolînkirin
14:16 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
12:55 Parlamenter Guven a dest bi greva birçîbûnê kir nehat berdan
12:41 Dadgeha Îstînafê cezayê Bakirhan xera kir
12:39 Guven ji bo şermezarkirina tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kir
12:15 Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin
12:14 Jinên girtî: Esker gefên kuştinê li me dixwin
11:51 Girtiya nexweş Fatma Tokmak rakirin nexweşxanê
11:42 SKM: Em li dijî şidetê serî radikin
11:35 Ji ber ku Guven kelepçe red kir neanîn danişînê
11:31 Li dijî girtinên Qersê bertek: Em ê bi xûrmexûrm werin
11:24 Cenazeyên Bîlîn, Çelîk û Karakoç HPG'î hatin definkirin
10:55 Girtî derbkirin û gefa ‘Em ê te înfaz bikin’ lê xwarin
10:39 Sîxurtî ferzî ciwanê HDP’î kirin
10:19 Girtiyê nexweş Burhan Karatay jiyana xwe ji dest da
10:02 Gardiyan xwest zarok bi fetisîne
Girtîgehê êrîşê piştrast kir
09:57 Lêpirsîna dîsîplînê derbarê Rojnameger Evren de vekirin
09:53 Madeya astengkirina xebata bijîşkan di komîsyonê re derbas bû
09:27 Nîviyê temenê wî di rêya aştî û azadiyê de derbas bû
09:25 Komeleya 15'ê Tîrmehê giliyê Cîhangîr Îslam kir, lê xwest wekîlê CHP'î Aldan bê cezakirin
09:24 Li Êlihê sînemayeke kolektîf
09:24 Karkerên hatin mexdûrkirin: Qeyûm ruhê bajêr kuşt
09:23 Bihuşteke di bin siha top û tivingan de: Navdoskiyan
09:22 Mizrakli: Êrîşên tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayên
09:21 Jina 71 salî û nexweş bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kiriye' hat girtin
09:20 Bi selikên ji dara biyê debara xwe dike
09:19 Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin
09:16 'Çawan dibe ku xaka mirov li mirov bê qedexekirin?'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2018'AN
08:38 73 tax û gomên Lîcê hatin qedexekirin
06/11/2018
18:30 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:07 3 roj in bi şev û roj girtiyan derb dikin
16:23 Jinên siyasetmedar banga beşdariya danişîna Guven kirin
15:45 Temellî: Bi qasî mîsqalekê rêya em bi AKP'ê re bimeşin tune
15:44 Polîsên Fransayê êrîşî meşa ji bo ‘Azadiya Ocalan’ kirin
15:28 Di doza tecawizê de 19 mehin îfadeyên malbatan nagirin
15:23 Bi set û betonê xweşikiya Heskîfê tune dikin
15:15 ÎHD: Girtina Sîse Bîngol îşkenceye, divê bê berdan
14:57 Bavê hevalê me yê xebatê Mehmet Alî Ertaş jiyana xwe ji dest da
14:50 Înstagramên HDP’iyan hatin sansurkirin
14:26 Jinên KESK’î ji bo komxebata ‘Keda Jin û Îstîhdamê’ kom dibin
13:56 Karkerên meaşên wan nehat dayîn dest bi çalakiyê kirin
13:17 Parlamenterê HDP’ê çerxa rişwetê ya Şaredariya Wanê bir Meclîsê
13:16 Li çoltara Şirnexê operasyona eskerî
13:13 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 761'an serî li dozgeriyê dan
12:53 'Pêşengeha wêneyan a Mafê Mirovan a Tahir Elçî dê bê vekirin'
12:23 Karkerên fabrîqeya Enez dest bi grevê kirin
12:18 Paylan gotinên wê dayîkê anî rojeva hevdîtinên bûdçeyê
12:13 Delilên cezayê Bekîr Kaya 'Şahidê Nepen' nîşan da
11:06 Qeyûmê li dijî qanûnan 71 milyon TL deynê çaredariyan çêkir
11:05 Girtiyan wekî koleyan didin xebitandin
10:35 NY li Iraqê ji 200’î zêdetir gorên komî tespît kirin
09:36 Soysal: Çima ji bo eskerên bi guman tên kuştin lêpirsin nakin
09:34 Gelo dê xwendekarên Sûriyeyî jî ‘Bi tirkmenbûnê’ dest pê bikin?
09:28 90 pispor dê ji bo kurdî nexşerêyekê çêkin
09:27 Hevserokê peyam ji partiya xwe re şand ceza kirin
09:26 Mele, îxbara hevalên xwe kir
09:26 Qeyûm navenda çandê kir tîcaretxane
09:25 Gundiyên ser sînorê Kobaniyê: Ên li wir xizmên me ne
09:24 Esnafên Îdirê: Kî bêje rewşa aboriyê baş e derewan dike
09:23 ‘Li gorî Qanûna Bingehîn divê Leyla Guven bê berdan'
09:22 Niha jî li qada sîtê qadên lîstikê çêdikin
09:22 Parêzerê doza Aladagê: Bi darizandineke duserî edalet ne pêkan e
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2018'AN
07:38 Sîsê ya 85 salî 3 rojin li nexweşxaneyê ye